Înîsiyatîf a gerîla ye

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:15

  • Berdevkê ragihandina HPG´ê Serdar Yektaş: Gerîla li Bakur hezaran operasyonê dijmin pûç kirin û ji ber vê, li Bakur înisiyatîf di destê hevalên me de ye.

HÊVÎDAR CEYLAN / ANF/BEHDÎNAN

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê Serdar Yektaş diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmên gerîla didome û got, “Hevalên me gihiştine wê astê ku karibin teknîka dijmin a ji hewayê û erdê ve bêbandor bikin.”

Serdar Yektaş got, hejmara balefirên şer û keşfê yên Tirk ên ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê digerin, ji hejmara balefirên li Ukraynayê digerin zêdetir e û got, “Gelo encama van operasyonan çi ye? Ji bo dewleta Tirk encameke pûç e. Di sala 2021’ê de dema ku hevalên me baregehên xwe çêkirin li Dêrsim û Mêrdînê hinek şehadet çêbûn, û jixwe me ev tişt ji gelê xwe re ragihand. Lê operasyonên bi dehhezaran leşkerî yên zivistanê û biharê hatine kirin, bê encam man, tiştek bi hevalên me nehat. Înisiyatîf di destê hevalên me de ye.”

Yektaş got, “Gerîla her sal bi heman hestan Newrozê pîroz dike. Îsal jî sedema ku merasîmên Newrozên gerîla xuya bûn ev bû ku di medyayê de cih girt. Ji bo gelê me jî îsal Newroz bi heybet û bi coş bû. A niha li Bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji payîzê û vir ve bênavber êriş û operasyon hene. Şerek heye û didome.

Dibe ku dewleta Tirk operasyonê bike. Li hemberî me dijminekî wisa heye ku dixwaze me qir bike. Pirsa sereke ev e ji bo ji bejahiyê êriş bike, çima evqasî zêde disekine. Ji ber ku par ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deran derbên giran xwarin û tişta ku îddîa dikirin nekarîn pêk bînin. Piştî Garê êdî gav bi gav hêza wan qels bû. Li Avaşîn, Zap û Metînayê jî artêşa Tirk dîsa têk çû. Dewleta Tirk dixwaze êriş bike lê ji bo wê hêzê bi xwe re bibîne û xwe rêxistin bike, divê hêzên xwe amade bikin.”

Serdaş Yektaş got, ew ê ji bo êrişên xwe, di nav Kurdan de jî xiyanetê han bidin: “Di nav Kurdan de jî dixwazin xiyanetê ava bikin, li teknîkên şer ên cihê digerin. Heke nikaribin êrişên dagirkeriyê yên 23’ê Nîsana par bidomînin, ev ji ber bêçaretiya wan a beramberî berxwedana gerîla ye, ew qels ketine.”

Gerîla Amade ye

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê Serdar Yektaş qelsî û şaşiyên par jî bi bîr xistin û got, îsal gerîla amade ye û înîsiyatîfa şer di destê gerîla de ye: “Sala 2021’ê dema ku hevalên me baregehên xwe çêkirin li Dêrsim û Mêrdînê hinek şehadet çêbûn û jixwe me ev tişt ji gelê xwe re ragihand. Lê bi hezaran operasyonên di zivistan û biharê de hatine kirin, bê encam mane, tiştek bi hevalên me nehatiye. Hevalên me gihiştine wê astê ku teknîka dijmin a ji hewayê û bejahiyê ve hemûyî bêbandor bikin û van operasyonan jî pûç dikin. Ji ber vê, li Bakur înisiyatîf di destê hevalên me de ye.

Em vê tiştê niha li vir bi awayekî zelal nîşan bidin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji serê sala 2022’an ve 7 hevalên me şehîd bûne. Di 23’ê Çile de 3 hevalên me şehîd bûbûn û di rojên dawîn de jî li du cihên ji hev cihê 4 hevalên me şehîd bûne. Li Bakur şehadet pêk nehatine.

Gerîla di Çile de lêda, di Sibatê de lê da, di 8’ê Adarê, Newroz û Hefteya Qehremaniyê de ev rêje zêde bû. Em bawer dikin di nava salê de ev çalakî wê zêdetir jî bibin. Ji serê sala 2022’an û heta niha dewleta Tirk 312 caran bi balefiran, 30 caran bi helîkopteran û bi giştî 342 êrişên hewayî kirine. Li hemberî van êrişan gerîla 20 çalakî kirin, 23 dagirker ceza kirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Di hinek çalakiyan de dibe ku hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatiye tespîtkirin.”

PDK provokasyonê dike

Yektaş diyar kir hêzên PDK’ê par bi provokoasyonê ketibû qadên gerîla û hê jî li wir in û di heman demê de li Heftenîn û Metînayê jî hêzên xwe yên leşkerî zêde kirine. Wî agahiyên ji deverê û ji nava PDK´ê yên êrişeke muhtemel a 15´ê Nîsanê jî wiha nirxandin: “Ji çavkaniyên herêmî gelek agahî tên ji me re. Lê ev çiqasî rast e, çiqasî wan derew in û dixwazin me tehrîk bikin da ku em şer bikin, em nizanin. Tişta girîng ev e, li meydanê rewş çi ye. Hêzên PDK’ê par bi provokasyonê ketibûn herêmên gerîla û hê jî li wir in, xwe venekişandine. Tê zanîn ev tê çi wateyê û ev rewşeke xeter e. Beriya bi mehekê jî li hin cihên Heftenînê bi cih kiribûn. Piştre hatin Metîna û Kela Qumriyê. Agahî ji me re tên ku PDK nahêle li Metîna, Şeladizê û derdora Amêdiyê gelên me têkiliyê bi gerîla re deyne û zextê li gundiyên wir dike.

Helwêsta par PDK’ê li hemberî herêmên gerîlayan diyar e. Em dixwazin îsal jî heman tişt neqewime. Ji ber ku gelê me xwe ji serketina doza azadiyê amade kiriye û li hemberî van hewldanên provokatîf çi ji derve û çi jî ji hundir, xwedî helwêst e û êdî tehemula gelê me nemaye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.