- Piştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) Tirkiye mehkûm kir, înfaza girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ê ku 22 sal in di hepsê de ye, hate sekinandin.
Piştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) Tirkiye mehkûm kir, înfaza girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ê ku 22 sal in di hepsê de ye, hate sekinandin.
Di doza Hadî Elçîçek, Kuling Sevîlen û Salîh Tûgrûl de yên ku Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) sala 1990’î cezayê darvekirinê li wan birîbû, DMME´yê Tirkiye ji ber ku xala ‘rêgeza dadgehkirina adil" binpêkirye, mehkûm kir. Piştre doz li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 4’an dîsa hate kirin.
Salîh Togrûl ji ber nexweşiya xwe sala 2014’an hatibû berdan, Kuling Sevîlen jî sala 2015’an li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ji ber ku dilê wî sekinîbû, şehîd bûbû.
Rûniştina doza Hadî Elçîçek û Salîh Togrûl hate kirin. Elçîçek ji ber problema di SEGBÎS’ê de nikaribû ji Saziya Înfaza Cezayê ya Tîpa T a Nimreya 2’emîn a Tarsûsê tevlî rûniştina dozê bibe.
Di dawiya rûniştinê de heyeta dadgehê biryar da ku divê înfaza derbarê Hadî Elçîçek de were sekinandin.
AMED