- Li navçeya Til Hemîsê zêdetirî 50 hezar îmzeyî ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" hatin berhevkirin.
Li navçeya Til Hemîsê zêdetirî 50 hezar îmzeyî ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" hatin berhevkirin.
Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Kurdan, ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li seranserê welatên Ewrûpayê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û heman kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatên Rojhilata Navîn jî dest pê kiribû.
Şêniyên Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê tevlî vê kampanyayê bûn û îro Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeyê bi daxuyaniyekê endamên komkirina îmzeyan ragihandin.
Hevserokê meclisa PYD’ê ya navçeyê, Xalib El-Sadûn daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 57 hezar û 330 îmze hatine komkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê, dê aştî û demokrasiyê misoger bike."
Kampanyaya ji bo derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Doh PYD´ê dabû zanîn ku bêhtirî nîv milyon îmzeyî hatine berhevkirin û bi van îmzeyên ji Til Hemîsê, îmzeyên fermî hatine berhevkirin bûn qederê 600 hezarî.
ANHA/TIL HEMÎS