Îmraliyê dikin darbesteke li ser avê!

Çarşem 15 Gulan 2024 - 01:55

Li Spanyayê 26 wekîl û senatoran nameyek ji Serokê CPT re şandin û jê xwestin, ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan ê tecrîdkirî ye bikeve nava liv û tevgerê. Li Kongreya Nûneran a Dewleta Spanyayê gelek wekîl û senatorên ji partiyên siyasî yên cuda, her wiha parlamenterên il parlamentên xweser nameyek ji Serokê CPT Dr. Alan Mîtchell re şandin, bal birin ser êşkenceya dewleta Tirk û gotin:"Girtina li hucreyê ya tecrîdê ku li gelek kesan tê ferzkirin, şêweyekî êşkenceyê ye." Di nameya 26 wekîl û senatoran de wiha hate gotin:"Lîderê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 36 mehên dawî li Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve di nava rewşeke tund a qutkirina têkiliyê de tê ragirtin. Di nava vê tecrîda li derveyî mirovahiyê û li dijî qanûnan de Birêz Ocalan ji têkilî û hevdîtina bi parêzeran û endamên malbatê bêpar hatiye hiştin, ji cîhana derve hatiye qutikrin, lewma di pratîkê de 'hatiye windakirin' û di nava valahiyeke 'tinebûnê' de tê hiştin. Di nava vê demê de Tirkiyeyê hewl da Girava Îmraliyê veguherîne 'darbesteke li ser avê'. Birêz Ocalan ku niha 75 salî ye 25 sal in bi rêya tecrîdê li êşkenceyên zalimane rû bi rû dibe, di nava sê salên dawî de têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê ti agahî nayê dayîn û ev rewş jî bûye cihê tirs û fikaran. Niha nikare bê tespîtkirin bê li kuk ye, rewşa wî ya fîzîkî ji bo gelek Kurdên ku wî weke nûnerê dengê xwe yê neteweyî dibînin mijareke gelekî hesas e."

Tavilê şandeyekê bişînin

Nameyê bi vî rengî dewam kir:"Ji ber van sedemên zehmet û giran, weke CPT em ji we rica dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Tenê bi vî rengî tirs û fikarên me wê bi dawî bibin. Weke CPT hûn xwedî wî mafî ne ku serdana girtîgehên li dewletên endam bikin û Tirkiye jî di nav de ye. Ev yek erkê dide we ku hûn tîma xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; hikumet wî mafî dide we ku hûn serdana cihê girtina Birêz Ocalan bikin û bi wî re bi rengekî taybet hevdîtinê bikin. Bi vî rengî bêyî ku bikeve bin zextekê dikare di nava nepenîtiyê de têkiliyê bi we re dîne. Em dixwazin ku CPT li gorî xala 3'emîn a Statuya Konseya Ewropayê tevbigere: 'Her endamekî Konseya Ewropayê qebûl dike ku di nava pîvana serweriya hiqûqê û qada xwe ya erkdar de her kes sûdê ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn werbigire'. Birêz Ocalan welatiyê dewleteke Konseya Ewropayê ye ku bîst û pênc sal in ji mafên mirovan bêpar tê hiştin." Di nameyê de hate gotin:"Em ji dil ji we dixwazin ku ji bo dîtina Birêz Ocalan û kontrolkirina rewşa wî ya tenduristiyê heyetekê bişînin Girava Îmraliyê û berpirsyariya xwe tavilê bi cih bînin. Li gel vê yekê eger hûn Tirkiyeyê teşwîq bikin ku li gorî berpirsyariyên xwe yên Konseya Ewropayê û CPT destûrê bide ku malbat û parêzer serdana wî bikin, em ê gelekî kêfxweş bibin. Ev yek wê ji bo nirxandina meseleya mafên mirovan bibe alîkar ku bi milyonan Kurdan eleqedar dike. Di heman demê de ji bo çareserkirina aştiyane ya meseleya Kurd a li Tirkiyeyê wê ruhê lihevhatinê yê pêwîst nû bike."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.