Îmralî labaratuarek e
Duşem 22 Gulan 2023 - 14:43
Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin. Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê, li dijî tecrîda li Îmraliyê bi saziyên sivîl û bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re li ser rojeva tecrîdê hevdîtin kirin. Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson jî di heyetê de cih girt. Wî Girava Îmraliyê wek laboratûvarekê nirxand û got, ji vir ve pergala tecrîdê li girtîgehan belav bûye. Jonasson bal bire ser rola hêzên navneteweyî ya di komplo û tecrîdê de û got, divê ji Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd lêborîn bê xwestin.
Jonasson ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji Mehmet Aslan re peyivî û got, “Girava Îmraliyê li Tirkiyeyê laboratuareke zext û tundiyê ye. Îmralî dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê. Ji bo ku di vê mijarê de girîngiya Ocalan were fêmkirin, em dikarin li pêvajoya 'aştiyê’ binihêrin. Di pêvajoya çareseriyê ya berê de dema ku derî ji bo demekê hatin vekirin, di çareseriya pirsgirêka Kurd de Ocalan xwedî gotin bû. Wî ew baş bi kar anî. Vê yekê hem hêvî da Kurdan hem jî hêvî da gelên Tirkiyeyê. Heke em careke din behsa pêvajoya aştiyê bikin, divê deriyên Îmraliyê ji nû ve bên vekirin. Ya ku em daxwaz dikin ev e.”
Paradîgma dikare li cîhanê pêk bê
Jonasson li ser pergala Îmraliyê jî got; “Pergalên nû yên Îmraliyê derketine holê, li girtîgehên Tirkiyeyê yên mayî jî belav dibin. Em vê yekê dibînin, em ê bi Konseya Ewrûpayê re parve bikin.”
Jonasson bal bire ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a “demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan” û got, “Helwêstên Abdullah Ocalan ên ji bo konfederalîzma demokratîk, wekheviya zayendî û hawirdorê hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê dikarin bên pêkanîn. Ji ber vê yekê divê mirov vê yekê zanibin û hîn bibin.”
Divê YE lêborînê bixwaze
Jonasson îşaret bi rola Ewrûpayê di komploya navneteweyî de kir û got, “Ewrûpa wek saziyeke navneteweyî, Ocalan û gelê Kurd bê hêvî kirin. Divê Yekitiya Ewrûpayê (YE) ji gelên cîhanê lêborînê bixwaze. Divê YE zextê li Tirkiyeyê bike û binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibin. Divê Abdullah Ocalan jî bigihîje mafên xwe.”