• Doza Kurdan a ku yek ji dozên herî mezin û girîng ên Rojhilhata Navîn e, çareserkirina wê ya li ser zemîn a demokratîk hemû hêzên xwe dispêrin polîtîkayên şer aciz dike. Ji ber vê jî pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê di şexsê rêzdar Ocalan de tê wateya tecrîdkirina derfeta çareserkirina demokratîk. 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê ji Rêber Abdullah Ocalan re dike, Rapora Nirxandina Girtîgeha Îmraliyê ya 2020’an bi raya giştî re parve kir.
Di raporê de ku ji 31 xalan pêk tê, qala sîstema tecrîdê ya Îmraliyê tê kirin û tê gotin, "Em bang li her kesî dikin da ku tevlî têkoşîna edalet û hiqûqa demokratîk bibin."

Di raporê de hate ragihandin ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike û hate gotin, "Bidawîkirina vê sîstemê, tenê bi wekheviya hiqûqî û azadiya Birêz Ocalan û gelê Kurd a mîna gel û mirovên din dibe."

Di raporê de hat gotin, "Hemû mafên muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Veysî Aktaş û Birêz Omer Hayrî Konar hatin binpêkirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin. Ev rewş ji binpêkirina mafekî yan jî gelek mafan wêdetir, veguheriye 'Tecrîda Mutleq' ku tê wateya êşkenceya bi rêk û pêk. Li gel şert û mercên Pandemiyê, ku ji ber Covîd-19/Coronavirûsê hate ragihandin, Girtîgeha Girava Îmraliyê ku 'Qedexeya Êşkenceyê' bi rengê herî giran û kûr lê tê binpêkirin, veguherî qadeke welê ku gumanên li ser yekparetiya madî û manewî ya muwekîlan, zêde bûne."

Tenê du hevdîtin

Parêzeran bi bîr xist ku sala 2020´an Ocalan tenê karîbû du caran bi malbatê re bi peyivê û yek ji van jî bi telefonê bûye: "Hevdîtina malbatê ya 3'ê Adara 2020’an, piştî eşkerebûna şewata li Girava Îmraliyê ya 27'ê Sibatê; axaftina bi telefonê ya 27'ê Nîsanê jî ji ber pandemiyê piştî 21 salan yekemcar pêk hat. Axaftina bi telefonê ku 20 deqîqeyan dewam kir, tekiliya herî dawî ya bi muwekîlên me yên li Îmraliyê re bû."

Di raporê de encamên hevdîtina bi malbatê re ya 3´yê Adara 2020´an wiha hatin bibîrxistin: "Di hevdîtina malbatê ya 3'ê Adarê de nirxandina ku Birêz Ocalan bal kişand ser van xisûsan: Tirkiye niha li ser maseyeke ji du lingan e; eger lingê sêyemîn nebe wê bikeve. Lingê sêyemîn jî Kurd in. Mase nikare bi du lingan li ser piyan bimîne, bi lingê sêyemîn dikare li ser piyan bimîne. Kurd nebin nikare li ser piyan bimîne. Ew jî bi vê zanin. Lê belê hewl didin Kurdên li gorî xwe ava bikin. Ev nebû, nabe jî."

Di raporê de rapora par hatî şekerekirina CPT´yê ya ku xwe dispêre serdaneke 2019´an jî hat bibîrxistin: CPT di çarçoveya serdana girtîgehên Tirkiyeyê de di navbera 6-17'ê Gulana 2019'an çû serdana Îmraliyê jî û rapora xwe 5'ê Tebaxa 2020’an eşkere kir. CPT di vê serdana xwe de bi rengekî berçav raxist holê ku tecrîd û sîstema li Îmraliyê bi rengekî ku neyê qebûlkirin, dewam dike:

"Mehkûm hemû bi giranî di hucreyan de hatine tecrîdkirin. Li gorî nêrîna CPT rewşeke bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye.

CPT di çarçoveya pîvanên li paragrafên 82 û 84'an ên rapora têkildarî serdana 2013'an de bang li meqamên Tirk dike ku rejîma girtîbûnê ya mehkûmên cezayê muebbetê li wan hatiye birrîn, bi temamî revîze bike. Bi vê amancê, mewzûata pêwendîdar divê bê guhertin.

CPT bang li meqamên Tirk dike ku ji bo mehkûmên li Îmraliyê dema xwestin karibin xizmên xwe û parêzerên xwe bibînin, gavên pêwîst biavêjin. Lewma divê dawî li nêzîkatiya ku bi hinceta 'dîsîplîn'ê serdana malbatan qedexe dike, bê anîn."

Rapor dibêje, weke bersiv, dewleta Tirk 7'ê Îlonê mafê axaftina bi telefonê, 23'ê Îlonê hevdîtina parêzeran û 30'ê Îlonê jî têkildarî hevdîtinên wasî û malbatê biryarên astengkirinê daye û bi vî rengî tecrîd girantir kiriye.

Parêzeran ji bo Îmraliyê terîf bikin got, "Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê hiqûqî ve çaleke reş e. Bi hin periyodên diyarkirî pêkanînên nû tên afirandin, lê belê ti ji van nakevin ber kontrola hiqûqî."

Di dewamê de parêzerên buroya hiqûqê weke encam got, "Pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ne bi tenê bi pergala hiqûqê ya Tirk bi pergala hiqûqê ya navneteweyî jî teşe digire. Tirkiye ya ku girêdayî Konseya Ewrûpayê ye biryar û raporên DMME û CPT´yê yên ku mekanîzmayên hiqûqî yên Konseya Ewropayê ne, tine dihesibîne û ji bo Konseya Ewrûpayê jî ev meseleyeke berpirsyariyê ye.

Pergala Îmraliyê bêguman elaqeya wê bi polîtîkaya çareserkirin an jî çaresernekirina doza Kurdan re heye. Doza Kurdan a ku yek ji dozên herî mezin û girîng ên Rojhilhata Navîn e, çareserkirina wê ya li ser zemîn a demokratîk hemû hêzên xwe dispêrin polîtîkayên şer aciz dike. Ji ber vê jî pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê di şexsê rêzdar Ocalan de tê wateya tecrîdkirina derfeta çareserkirina demokratîk.

Ji bo ev sîstema ku xwe timî nû dike bi rastî ji holê bê rakirin, divê Birêz Ocalan û gelê Kurd mîna gel û mirovên din hemûyan ji aliyê hiqûqî ve wekhev bin û azad bibin. Bi navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê em bang li her beşa civakê ya xwedî hesta berpirsyariyê dikin ku tevkariyê li têkoşîna edalet û hiqûqa demokratîk bike."

STENBOL