Îdrîs Balûken hat berdan

Pêncşem 6 Nîsan 2023 - 00:58

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê yê berê Îdrîs Balûken, li ser cezayê lê hatibû birrîn qediya, ji girtîgehê derket. Balûken ê dema Serokwekîlê Koma HDP'ê bû di 4'ê mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û girtin û li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû darizandin û 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn. Balûken di rûniştina 30'ê çileya 2017'an hate lidarxistin de derbarê wî de biryara berdanê hatibû dayîn ji girtîgehê derketibû. Lê li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 22 rojan di 21'ê sibata 2017'an de ji nû ve hatibû girtin û şandibûn girtîgehê.  

Balûkên li ser cezayê lê hatibû birrîn qediya, piştî 6 sal 5 meh û rojekê ji Girtîgeha Sîncanê ku lê dihat ragirtin derket. 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.