Siyasetvan û rewşenbîrê civaka Êzîdî, Îdo Bavê Şêx, ji ber vîrûsa koronayê pêr bi şev koça dawî kir.
Îdo Bavê Şêx, birayê Bavê Şêx Xirto Hecî Îsmaîl bû. Birayê wî yê mezin Xirto Hecî Îsmaîl jî 1’ê Cotmeha 2020’î, di 87 saliya xwe de qedem guhestibû.
Îdo Bavê Şêx, di sala 1992’an de di hilbijartina destpêkê ya ji bo parlamenta Herêma Kurdistanê de, ji lîsteya YNK’ê hatibû hilbijartin. Li gel parlamenteriya xwe her wiha di warê Êzîdiyan de demekê Şêwirmendê Celal Talabanî bû.
Di salên 1998 û 99’an de, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bû.
Hêjayê gotinê ye, kekê wî yê din Husên Bavê Şêx, ku yek ji serkirdeyên YNK’ê bû, serkirdeyên YNK’ê Elî Eskerî û Doktor Xalid, di dema vegera ji Bakurê Kurdistanê de li herêma Colemêrgê, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn girtin.
Di vê bûyera 7’ê Tîrmeha 1978’an de, ku weke “Karesata Hakerî” di dîroka YNK’ê de cih girt, her sê serkirdeyên YNK’ê, bi çekên giran ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatin gulereşandin û kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN