Îdîanameya govendê amadekirin

În 23 Tebax 2024 - 00:35

Îdîanameya govendgerandinê hate amadekirin. Dadgeriya Tirk a dagirker bi hinceta ku goveng gerandine derheqê ku kesên hatine girtin îdîaneme amade kir. Di îdîanameyê de pirsa, ‘’We govend gerandiye?’’ hate kirin. Têkillî govendgeran ceza tê xwestin.

Li Stenbolê 27'ê Tîrmehê de li Arnavûtkoy, Esneyûrt û Gazîosmanpaşayê bi hinceta ku govend gerandine gelek kes bi îdîaya ku ‘’propagandaya rêxistinê’’ kirine 19 kes hatibûn destgîkririn. 

Yek ji kesê ku dîmenên govendê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal par ve kiribû Berdan Sal bû ku li Fermandariya Cejderme ya Aydinê leşkeriyê dike. 

Ji 19 kesên ku bi çarçoveya 3 lêpirsînên cuda de hatibûn destgîrkirin 12 jê hatin girtin û 7 jî hatin berdan. Der barê Temûrşah Sayan û Yildirim Kaya yên di şahiya leşkeriyê de hatin destgîrkirin û bi awayekî negirtî tên darizandin de û Îlhan Kaya, Yasîn Tektaş û Berdan Salê leşker ên girtî de îdianame hat amadekirin. Îdianame ji 4 rûpelan pêk tê.  

Govend bû ‘’propaganda’’

Îdianameya ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatiye amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a stenbolê ve hat qebûlkirin.  

Her wiha dosyeya zarokên bi navê B.K., C.G. û O.T ên di heman dosyeyê de tên darizandin jî ji Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Zarokan re hat şandin.  

‘’Qaşo şahiya leşkeriyê’’

Di îdianameyê de ji bo şahiya leşkeriyê "qaşo şahiya leşkeriyê" hatiye gotin û hatiye diyarkirin ku dîmena li ser hesabê medyaya sanal ê leşker Berdan Sal hatine bidestxistin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku di dîmenan de kesên govend gerandine hatine tespîtkirin û hatiye gotin ku li ber strana "Ha Gerîlla" govend hatiye gerandin. Di îdianameyê de gotinên stranê jî hene.  

Ceza hate xwestin

Di îdianameyê de ji bo hin kesan hatiye gotin ku beşdarî şahiyê bûne lê govend negerandine.  

Di îdianameyêde pirsa "we govend gerandiye?" ji ciwanan hatiye pirsîn. 

Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku ciwanên li ber strana "Ha Gerîlla" govend gerandine, propagandaya rêxistinê kirine û ji bo belavkirina wê ya li ser medyaya sanal hatiye gotin ku armanc ew bûye ku zêde bigihê ber destê mirovan.  

Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ceza bê birîn. Danişîna ewil wê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. 

 MA/OMER IBRAHÎMOGLU/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.