Îdeolojiya rizgariya jinê pêş dixîne
Duşem 15 Kanûn 2025 - 03:50

Endama Heyeta DEM Partiyê Pervîn Buldan da zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde bi jinan bawer e, ji ber ên şer didin destpêkirin mêr in û got Abdullah Ocalan îdeolojiya rizgariya jinê pêş dixîne.
Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola jinan a di aştiyê de nirxand. Pervîn Buldan da zanîn ku fikr û nêrînên li ser azadiya jinê û civaka demokratîk îro di navenda pêvajoya aştiyê de cih digirin.
Pervîn Buldan balkişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku re ku bi salan e ew jî di hevdîtinan de cih digire û wiha got: “Bi salan e di her hevdîtina me kiriye de teqez rojeva jinê hebû. Ji ber girîngiyê dide vê mijarê. Yek esasên paradîgmaya îro em nîqaş dikin jî teqezbûna vê rastiyê ye. Birêz Ocalan her tim tiştên nû fikirî û der barê rojevê de nêrînên nû pêş xist. Di axaftinên me de pir derbas bûye, ji ser çîroka xwe ji me re vegot. Birêz Ocalan ji zarokatiya xwe de têkliya jin û mêr a heyî lêpirsîn kiriye. Li dijî zewaca di temenê biçûk de ya xwişka xwe ya hevala xwe ya zarokatiyê sekiniye. Ji destpêka ewil de jî tevlibûna jinan a têkoşînê girîng dîtiye.”
Pervîn Buldan daxuyakirin ku bi salên 90’î re tevlibûna jinan têkoşînê gelek pêşdaraz şikandiye û got: “Azadiya jinê dikeve navenda nîqaşan. Birêz Ocalan bi vê re îdeolojiya rizgariya jinê pêş dixîne. Di parastinên li Îmraliyê de ‘serdestiya mêr a 5 hezar salî’ analîz kir. Berdewamiya wê zanista Jineolojiyê derket holê. Ez dikarim ji nîqaşên Birêz Ocalan ên bi me re mînak bidim, di demên ewil de ev mijareke di têkoşîna azadiyê de dihat dîtin, lê îro heqîqeteke jinê ya ku di dilê azadiyê de ye heye.”
Pervîn Buldan der barê ‘paradîgmaya azadixwaz a jinê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û wiha anî ziman: “Di her hevdîtinê de rojevek pirsgirêka azadiya jinê ye. Di mijara serkeftina pêvajoyê de rolek mezin dide ser jinan. Li dijî serdetiya mêr xeta azadiya jinê û rastiya civaka dayiksalar îfade dike. Ji jinan re dibêje ku divê heqîqet derkeve holê. Dibêje jin dixwazin çawa bijîn bila bijîn lê divê di vê jiyanê de sosyalîst bin. Ez dikarim bibêjim ku her tim îfade kiriye ku divê jin di jiyanek azad de kirdeya damezerîner be.”
JINNEWS/ENQERE/MELEK AVCI













