Hvaldimir bi ku ve diçe?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 5 Hezîran 2023 - 04:32

Balînayê sîxur ji bo cot bibe berê xwe dide deverên şaş. Balînayekî spî (beluga) saal 2019´an hatibû dîtin û li ser anteneke hebû. Li ser vê antenê dinivîsî "Ji amûrên St.Petersburgê ye". Ev amûr ne parçeyekî projeyeke lêkolîna balînayan a dihat zanîn bû. Navê Hvaldimir li vî hûtê behrê hat kirin. Timî jî ew zen li ser ma ku sîxûrê Moskovê be. 

Niha Hvaldimir ji bo cot bibe li belugayekê digere. Lê li gorî ku zanyar wî dişopînin, ew li deverên şaş li belugayeke mê digere.  

Rêxistina OneWhale a Norwêcî Hvaldimir diparêze. Rêxistinê da zanîn ku Hvaldimir par pirraniya wexta xwe li Norwêcê bihurandiye, lê niha berê xwe daye Swêdê. Li gorî texmîna pisporan belkî hormonan kiribe ew bi lez cihê xwe biguhere. Lê bi cihê ku berê xwe dayê, ew ê rasta ti belugayên mê neyê, ji ber ku ew dûrî cihên xwezayê yên belugayan dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.