Hunermendên Kurd çûn serdana Wezareta Pêşmergeyan

Çarşem 30 Hezîran 2021 - 04:44

  • Diyar Dersim: “Wezareta Pêşmerge soz da me ku ew ê şerê navxweyî nexwazin. Ji ber ku şer tenê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.” 

Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Diyar Dersim, Firmêsk Hafiz, Hesen Şerîf û Beser Şahîn ji bo hevdîtinê doh çûn serdana Wezareta Pêşmerge. Şandeya hunermandan ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê, şandeyê derheqa hevdîtinê de agahî dan û got, Wezareta Pêşmerge soz daye wan ku ew ê şerê navxweyî nekin. 

Şandeyeke hunermendên Kurdistanê ji bo ku di navbera pêşmerge û gerîlayan de li Başûrê Kurdistanê şer neqewime, li Hewlêrê çû serdana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Şandeya hunermendan bi Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl re peyivî. Civîna wan li çapemeniyê girtî pêk hat û piştre Şivan Perwer û Diyar Dersim daxuyanî dan çapemeniyê û derheqa civînê da agahî dan.
 
Dijmin dixwaze Kurd şerê hev bikin

Hunermend Şivan Pewer di daxuyaniyê de axivî û got; “Em weke hunermendên Kurd hatine Başûr û me daxwazên xwe gihandin Wezareta Pêşmergeyan. Wezaretê bi germî pêşwaziya me kir û em kêfxweş bûn. Dijminên gelê Kurd dixwazin Kurd li hemberî hev şer bikin, em dizanin û divê her kes jî vê bizane. Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Kurd destketiyeke mezin e, divê em herêmê weke çavê xwe biparêzin. Ji bo aştiyê çi erkek bikeve ser milê me hunermendan, em amade ne û li ku derê pêwîst be, serdana wir bikin.”

Divê îro jî heman ruh derkeve

Paşê hunermend Diyar Dersîm jî bersiva rojnamevanan da û got, “Me tikaya hunermendan ji bo Wezareta Pêşmerge anî. Em dixwazin pêşmerge erk û roleke erênî bigre ser xwe. Em naxwazin di navbera pêşmerge û gerîla de ti şer biqewime. Çawa li Kerkûk, Kobanê pêşmerge û gerîla bi hev re li dijî dijmin şer kirin, îro jî em dixwazin heman ruh derkeve holê. Bila dayîkên Kurdistanê careke din rondikan ji bo şehîdên navxweyî nerijînin.”

Wezareta Pêşmerge soz da me

Diyar Dersim di dewama axaftina xwe de got, wan weke hunermendên vî gelî, daxwaz ji pêşmergeyan kir û Wezreta Pêşmergeyan jî soz da wan. Hunermend Diyar Dersim got; “Wezareta Pêşmerge soz da me ku ew ê şerê navxweyî nexwazin. Ji ber ku şer tenê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.” Diyar Dersim da zanîn ku ew ê serdana saziyên ragihadinê jî bikin û sibe (îro) daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.