Bi armanca kêfxweşkirina zarokên sêwî yên di Komeleya Lênihêrîna Zarokan a li taxê Şêxmeqsûdê de, Yekitiya Hunermendan a Helebê çalakiyek organîze kir. 

Yekitiya Hunermendan a Helebê çalakî organîze kir, 15 hunermend û wênexêz beşdarî çalakiyê bûn.

Hunermendan li ser dîwarê avahiya komeleyê wêne xêz kirin û nivîsên li ser paqijiyê, nivîsandin. Hevseroka Yekitiya Hunermendan Yara Hisko diyar kir ku wek hunermend erka wan e ku zarokên sêwî kêfxweş bikin û ev çalakî bi boneya cejna Qurbanê hatiye lidarxistin.

Hunermend Hesen Mihemed jî stran ji zarokan re got. Komeleyê Lênihêrîna Zarokên Sêwî li beşa rojhilat a taxê Şêxmeqsud a Helebê bi destekdayîna meclîsa giştî ya taxên Şêxmeqsûdê, Eşrefiyê û Heyva Sor a Kurd sala 2020'an, hat vekirin.

HELEB