Erdelan Bekir ew hunermend e ku di destpêka temenê xwe de rêbaza têkoşînê ya ji bo azadiya Kurdistanê hilbijartiye.
Hunermend Erdelan Bekir di payîza 1966’an de li taxa Xaneqa ya Hewlêrê hatiye dinê. Hîn di zarokatiyê de daxwazeke wî ya zêde li ser strangotinê hebû. Ji ber ku ew ji nava malbateke Kurdperwer bû, hertim xema parastina gelê xwe, çand û hunerê Kurdî dixwar.
Erdelan Bekir di 18 saliya xwe de tevlî nava refên hêzên pêşmerge dibe û di nava tugaya 86’ an a Beranetî de dest bi xebatê dike.
Piştî qirkirina bi navê Enfalê ya li dijî Kurdan, di nava rêxistinên YNK’ê de li nava Hewlêrê bi awayekî veşartî dest bi xebatan dike. Di dema raperînê de jî cih digre û di rizgarkirina çend taxên bajêr de fermandariyê ji hêzekê re dike.
Her tim li Kurdistanê difikirî
Di dawiya sala 1991’ê de piştî şikestxwarina hêzên raperînê, diçe derveyî welat û li Swêdê bi cih dibe. Bi qasî 15 salan li xerîbiyê dimîne. Li xerîbiyê wî hertim digot; “Ez qet hîs nakim ku ez li derveyî Kurdistanê me, ez her tim difikirim ku ez li Kurdistanê me.”
Erdelan Bekir yekem berhema xwe sala 1986’an bi rengê kasetê belav kir. Di sala 1993’yan de li Swêdê yekem albuma xwe derxist. Bi giştî pênc albûmên wî hene. Ji bo hinek ji berhemên xwe, wî bi xwe muzîk û gotin amade kirine. Li stranên wî yên weke Wefay eşq, Kiçî gewr, Zor etirsim, Bezariya, Bixwêne bulbul, Min legel tan im îro jî tê guhdarîkirin.
Hunermend Erdelan Bekir, 10’ê Cotmeha 2009’an ji ber nexweşiyeke demdirêj li nexweşxaneyekê li Swêdê koça dawî kir. Cenazeyê wî 15’ê Cotmehê bi merasîmeke girseyî li goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê hat veşartin.
NAVENDA NÛÇEYAN