- Pêşangeha ‘Bê welat-çîrokbêjên mirov ne li bendê’ xebatên ku Kurdistan û diyasporayên cuda yên Kurdan bi hev ve girê dide nîşan dide. Karên di vê çarçoveyê de ji veşirovekirina estetîka rêûresmê heta wêne û nîgarê, peykerên dîjîtal û hunerê vîdyoyê berfireh in.
Bi piştevaniya Şaxa Senatoya Berlînê ya ji bo Çand û Ewrûpayê, ya Institut für Auslandsbeziehungen (ifa) û komeleya nGbK (Ji bo hunerên bedew civakên nû) li paytexta Elmanyayê Berlînê ji hêla hunermendên Kurd ve pêşangeha komalgehî ya “Bê welat-çîrokbêjên mirov ne li bendê” (Bê welat – the unexpected storytellers) tê lidarxistin. Pêsangeh îro dest pê dike.
Kesên wek Bilal Ata Aktaş, Elif Küçük, Duygu Ors, Şener Ozmen, Engin Sustam vê projeyê bi rê ve dibin û wek komekê dixebitin. Pêşangeha Bê welat-Çîrokbêjên nepayî” 25'ê Hezîranê li nGbK dest pê dike û heya 15'ê Tebaxê dewam dike. Ji bo serdanên pêşangehê nGbK rojên pêncşem û yekşeman saet di navbera 12:00 û 18:00'an dê vekirî be.
Tinebûna mal û dewletekê destnîşan dike
Di daxuyaniyê de hat gotin, pêşangeha komelgehî ya "Bê welat – the unexpected storytellers (bê welat - çîrokbêjên mirov ne li bendê)" li ser sekn û helwestên hunerî yên cihêreng hûr dibe ku têkildarî rastiyên Kurdan in û wiha dewam kirin: “Ew rastiyên ku şêweya xwe bi berfirehî ji depresyona kolektîf, çalakiyên berxwedanê, trawma, şert û mercên cuda yên şerî, mêhtingerî, qedexekirina zimên û halên sirgûniyê digire, hatiye xêzkirin.
Navenda pêşangehê ‘bêwelatî’ ye ku tunebûna mal û dewletekê destnîşan dike û bangî îcrakirin û sêwirandina warên nû yên azadîxwaz dike. Bi vê hişmendiyê, nGbK dê ne tenê wekî meydaneke statîk bê bikaranîn: li şûna rêûresma demkî û nûseriya derqadî, bernameya berfireh a ku ji hêla hunermend û rewşenbîrên kurd ve hatiye verastkirin; daxwaznameyek e ku bi awayekî rexneyî peywendiyê bi bandora şideta dewletê, (nû)mêhtingeriyê, qanûnên bişavtinê û serweriya nûseriyê ya di hunerên hevçax ên Kurd re datîne.”
Kişfkirina şêweyên nû yên hunerî
Di daxuyaniyê de hat gotin, ji vê projeyê armanc kişfkrina şêweyên nû yên hunerî ye û armanca pêşangehê wiha bi lêv dikin, “Gava ‘Kurdayetî’ li seranserê cîhanê bi çalakvaniya xwe ya siyasî û berxwedana xwe ya dijmêhtinger re têkildar tê hesibandin, midaxaleyên hunerî yên Kurdan jî pirraniya caran bi awayekî xelet, weke tiştên mirov ne li bendê têne fêmkirin. Lêbelê, pratîkên wiha jî, dikarin weke pratîkên berfireh û dijmêhtinger ên Kurdan û xwe-bicihkirinê werin dîtin. Ev pêşangeha ku xwe disipêre rêûresma roj bi roj vedimire ya dengbêjiyê ku bi awayekî devkî rabihurî û siberoja Kurdan diparêze, ji vê projeyê kişfkirina şêweyên nû yên hunerî, vegotina rastiyên Kurdan û materyalîzekirina wan ji xwe re dike armanc.”
Dûrketina ji şayesandinên oryantalîst
Pêşangeha “Bê welat-çîrokbêjên mirov ne li bendê” xebatên ku Kurdistan û diyasporayên cuda yên Kurdan bi hev ve girêdide, pêşkêş dike. Karên ku di çarçoveya vê projeyê de têne nîşandan, ji veşirovekirina estetîka kevneşopî heta wêne û nîgarê, peykerên dîjîtal û hunerê vîdyoyê berfireh in.
Di daxuyaniyê de herî dawî tê gotin, “Hunermendên beşdar, di xebatên xwe de li gel tiştên din; erdnigarî, ziman û laşî jî ji nû ve pênase dikin. Di bernameya xebatên piştevan de, nîqaşa li ser ‘bêwelatî’yê bi sohbetên li gel nivîskar, hunermend, sînemager, muzîkjen û pisporan re tê berfirehkirin. Bi vekolîna tewrên cihêreng; wekî muzîk, şano, wêje û sînemayê, armanca bernameyê ew e ku danûstandina multîdîsîplîner ya hunerê hevçax a pirralî ya di qada Kurdistanê de hêsantir bike. ‘bê welat – the unexpected storytellers’ dil dike ku ji nostaljî, romantîzasyon, teswîr û şayesandinên oryantalîst ku hîn jî berdest in, dûr bikeve û peywendiyên materyal, stratejî û perspektîfên li ser tirûşa Kurdan raxe ber çavan.”
Beşdar û piştevanên Bê welat!
Navê hunermendên beşdarî pêşangeha “Bê welat-çîrokbêjên mirov neli bendê” dibin û kesên piştevaniya vê pêşangehê dikin li jêr e;
Hunermendên beşdar: Deniz Aktaş, Havin Al-Sindy, Beizar Aradini, Nuveen Barwari, Mehmet Ali Boran, Savaş Boyraz, Mahmut Celayir, Fatoş Irwen, Miro Kaygalak, Elif Küçük, Zelal Özkan, Şener Özmen, Hêlîn Şahin
Beşdarên bernameya xebatên piştevan: Hogir Ar, Mizgîn Müjde Arslan, Mihemedê Beyro, Yildiz Çakar, Ali Kemal Çinar, Hesen Ildiz, Hero Kurda, Mîrza Metîn, Hêja Netirk, Fatma Savci, Karosh Taha, Diako Yazdani, Soleen Yusef, Helîm Yûsiv, Berfîn Zenderlioğlu û yên din.