Jennifer Rubell hunermendeke Emerîkî ya têgehî (konseptuwal) ye ku bi peykerên xwe yên xelkê ji derve ve dike beşek ji înstalasyonên xwe, navdar e. Wekî din performansên wê yên vîdeo û xwarinê jî gelek in. Înstalasyon û performasyonên wê ji bilî li Emerîkayê, li Swîsre, Ingilîstan, Kanadayê jî hatin nîşandan. Ev înstalasyona wê ya di wêne de li Fuara Huner a Frieze a Londonê ya 2013ʼan hatiye girtin. Di wêne de hunermend bixwe di nava malzaroka berhema xwe de rûniştiye.

LONDON