- Regina Pessoa za Portugezî ya hem di xêzkirinê de û hem jî di anîmasyonê de serketî dibêje, Sî û rohnî ji bo min sînemayê bi kurtî terîf dikin.
Regina Maria Póvoa Pessoa Martins yan jî tenê Regina Pessoa hunermendeke portugez e. Ew hem di xêzkirinê de û hem jî di anîmasyonê de serketî ye û gelek xelatên navneteweyî girtine. Xetên wê yên bi qelema reş ku dixe nava anîmasyonê de ew navdar kirine. Ew Kanûna 1969´an li bajarê Coimbrayê hatiye dinê.
Li mala lê mezinbûye, televîzyon nebûye. Wê ji ber wê dema xwe bi xwendin, guhdarîkirina kalûpîran û çîrokan bihurandiye. Lê herî zêde jî bi komira daran resm xêz kirine li ser dîwarên mala dapîra xwe. Belkî jî tesîra vê xêzkirina bi komira daran e ya ku îro jî xwe di anîmasyonên wê de dide der. Yê ku ew teşwîq kiriye da ku dîwarên mala dapîra xwe bi komirê xêz bike jî apê wê ye.
Kurtefilma wê ya bi navê Apo Thomas behsa vî apê wê dikir. Reginayê bi vê filma xwe li Los Anglesê Çileyê îsal xelata kurtefilma herî baş a Annie wergirt. Annie jî weke Oscara anîmasyonan tê qebûlkirin.
Anîmatoreke serketî
Regina beşdarî proje û atolyeyên cihê yên anîmasyonan dibe. Ji sala 1992´yan û pê ve jî li studyoya portugez a bi navê Filmógrafo – Estúdio de Cinema de Animação do Porto kar kir. Wê di çêkirina gelek filmên weke Abi Feijo (Cerd) de cihê xwe girt.
Wê sala 2006´an ji bo kurtefilma xwe "Çîroka trajîk bi dawiyeke xweş" xelata Krîstal a Annecy wergirt. Vê filmê heta niha li dinyayê 50 xelat wergirtine û di nava kurtefilmên portugez de yê li dinyayê herî zêde hatî xelatkirin e.
Sala 2012´an kurtefilma wê Kalî vampîra piçûk, xelata Hiroshima wergirt li Festîvala Navneteweyî ya Filmên Anîmasyon a Hîroşîmayê.
Hinekî ditirsîne û hinekî jî harîqulade ye
Regina Pessoa afîşa festîvala filmên anîmasyon a Annecy ya 2015´an jî xêz kir. Ev festîvala 2015´an diyarî jinan hatibû kirin. Wê ji bo afîşê gotibû: "Ev jina cilên sor lê, dansozeke flamenkoyê ye... ji ber ku welatê cîranê welatê min Spanya vexwendiyê îsal ê festîvalê bû. Ev siya ji kîvroşkê dikeve erdê, ev rêz û dilsoziya min ji bo temaşevanên festîvala Annecy ye... Ji 20 salan ve ez beşdarî festîvalê dibim û baş bi diruşmên temaşevanan dizanim: kîroşk, kîvroşk!"
Di wê afîşê de ew dilsozî û heyraniya wê ya ji bo sî û rohniyê nîşan dide. Ew ji bo vê dibêje, "Sî û rohnî ji bo min sînemayê bi kurtî terîf dikin." Ew terzê xwe jî bi vê heyraniyê ve girê dide û dibêje, "Tişta ez vîzuel çêdikim têra xwe tarî û bi tekstur e; hinekî ditirsîne, hinekî jî harîqulade ye."
Kurtefilma wê ya herî dawî ya bi navê Apo Thomas jî van gotinên wê piştrast dike. Di vê sektora mêr tê de xuya û serwer, Regina destekî jinan, rûyekî jinan, hiseke jinan û dilekî jinan e ku têra xwe serketî û hunerî ye.
LÎSABON