Hunerê pelên daran yên weşiyayî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Nîsan 2022 - 22:09

  • Raku Inoue li Montrealê dimîne. Ew bi hunerê xwe yê pelên daran yên weşiyayî tê naskirin. 

Raku Inoue li Montrealê dimîne. Ew bi hunerê xwe yê pelên daran yên weşiyayî tê naskirin. Raku bi pelên weşiyayê resmên heywanan çêdike. Beriya ew bi van pelan tiştan çêke, wî di warê peyker û grafîkê de û her wiha xêzkirinê de gelek berhem çêkirin lê di van demên xwe yên dawî de bala wî çûye ser van pelên weşiyayî.  Di rojekê de ku bêhn lê tengbûye, wî xwe avêtiye nav baxçe û ji bo bêhna xwe vede hinekî geriyaye. Lê pelên weşiyayî pê re hestek çêkirine û wî pelên weşiyayî kom kirine da ku bi wan resmên heywanan çêke. Raku dibêje, “Xweza ji min re bû deriyekî aramiyê, min bêhna xwe ya tengbûyî bi saya xwezayê fireh kir.” Raku dibêje, “Ez bêhtir pel û darikên balkêş bi kar tînim.

Dema ew van malzemeyan dibîne di serê wî de resmê ku çêke temam dibe û ew mijara xwe li gorî pel û darikan diyar dike. Ew li gorî her demsalê tiştên ku çêdike jî diguherîne. Ji lewre, her demsal rengê xwezayê û pelên daran cuda ne. Ew jî li gor rengê xwezayê tevdigere û van resman çêdike.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.