Welatê Misrê ji mêj ve bi sinehetkar û hunermendên xwe navdar e. Sinehetkarên Misrê bêhtir bi peykerên xwe yên cenazeyan û her wiha mûmyayan tên bibîranîn. Sinehetkarên Misra kevin gelek mezelên taybet jî çêkiribûn ji bo hikûmdarên Misrê yên wê demê. Hîna jî baş nayê zanîn wan bî kîjan rê û rêbazê ev mezel çêkirine û her roj derbarê hunerê wan de em tiştekî nû dibihîzin. Arkeologên li Misrê xebitîn, di van du sedsalên dawî de derbarê hunerê sinehetkarên Misrê de gelek agahiyên nû derxistin holê. Wan herî dawî jî peykerekî darîn yên Misra antîk dît.
Ev peyker yê nûser û keşeyê navdar Ka’aper bû. Ka’aper, ne kesekî navdar bû, lê di metnên fermî de navê wî hebû û nûserekî jêhatî bû. Her wiha, wî keşetî jî dikir. Peykerê Ka’aper peykerekî darîn e. Sinehetkarên Misrê li gorî wê demê peykerekî pirr serketî çêkirine, peykerekî nêzî yê rastî çêkirine. Peykerê ku bi şêweyê hîperrealîst hatiye çêkirin, nîşaneya şarezabûna sinehetkarên Misrê baş nîşan dide. Ji lewma peyker piştî ewqas wext jî hîna bedew e.
Peykerê Ka’aper di nekropola Saqqara de hat dîtin. Di destê Ka’aper de gopalek jî heye. Tişta ku peyker balkêştir dike, Ka’aper nehatiye îdealîzekirin û di rastiyê de çi be, wisa hatiye nîşandan. Taybetmendiya peyker a herî berbiçav ev e. Ji bo peyker ciwantir û wek Ka’aper’ê rastîn were xuyanê, çavên wî bi paxir û krîstalan çêkirine û peyker zindî dixuye. Her wiha peykerê darîn yê Ka’aper hatiye boyaxkirin jî û peykerekî rengîn e. Gava mirov li peyker û li çavên Ka’aper dinihêre mirov dibeje qey ew hîna nû hatiye çêkirin ewqasî zindî ye û dibiriqe.
Peykerê Ka’aper niha li peytexta Misrê, li “Muzeya Qahîreyê” tê parastin.
NAVENDA NÛÇEYAN