Muzîka Kurdî, konser û çalakiyên bi Kurdî, bi hincetên cûr bi cûr tên qedexekirin. Di 17'ê Hezîranê de çalakiya "Çîrokên Xorasanê" ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bêyî hincet were nîşandan ji aliyê Qeymeqamtiya Fatîh a Stenbolê ve hatibû qedexekirin. Lê NÇM'ê guh nedabû vê qedexeyê û çalakiya xwe li avahiya xwe li dar xistibû. Herî dawî jî beriya du rojan Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlîhev Bû” qedexe kiribû. Komeleya Çand û Huner a Serhedê lîstik organîze kiribû.
Hunermendê NÇM'ê Ferît Elalmiş, qedexekirina çalakiyên Kurdî nirxand. Ferît Elalmiş got, dewlet xwe li zimanê Kurdî ranagire û got, "Em ê bi huner û çanda xwe, bersiva van qedexeyan bidin." Elalmiş da zanîn ku beriya hilbijartinê bi mehek, du mehan NÇM'ê gelek çalakî organîze kirine û got, desthilatê di pêvajoya hilbijartinê de çalakiyên wan asteng kirine.
Adeta desthilatdaran e
Elalmiş got, çalakiya wan a vê dawiyê jî bêyî hincet ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatiye qedexekirin û wiha peyivî: "Ev, bi temamî tiştekî kêfî ye. Desthilatê ev qedexe kirine tebîet. Em bi van qedexeyan re ketin pêvajoyeke nû. Em ê tim rastî van qedexeyan bên. Rewşa heyî wiha nîşan dide. Lê çi dibe bila bibe, em ê bi her awayî çalakiyên xwe yên çandî li dar bixin. Em ê bi huner û çanda xwe, bersiva van qedexeyan bidin. Çi dibe bila bibe, ew dê nikaribin me asteng bikin."
Gel me bi tenê nahêle
Elalmiş xwest ti kes li ber van qedexeyên ferzkirî yên desthilatê bêdeng nemîne û got, divê derdorên şoreşger û demokrat jî bêdeng nemînin: “Desthilat dixwaze bi van qedexeyan civakê çavtirsandî bike û dewleteke tehamulî ziman û çanda Kurdî nake, heye.” Elalmiş têkildarî mijarê bang li gel kir û got, "Em dixwazin gelê me, me bi tenê nehêle û beşdarî çalakiyên me bibe û li dijî van qedexeyan hesas be. Ez yeqîn dikim ku gelê me dê me bi tenê nehêle.”
MA/STENBOL