Hunera jinên ciwan li Helebceyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Gulan 2024 - 00:24

Du xwendevanên Zanîngeha Helebceyê di pêşengehek hunerî de tablo û wêneyên xwe nîşandan û ragihandin ku piraniya xebatên xwe di çarçoveya rewş û jiyana mirov, dayik û zarokan deye.

Li Koleja Zanistên Pratîk a Helebceyê bi sernavê ‘Em hestên xwe bi kelecan eşkere dikin; em bi hezkirin nîşan didin’ pêşangeheke hunerî hat vekirin.

Evîn û Besoz du xwendevanên beşa hunerî ya Koleja Zanistên Pratîk a Helebceyê ne. Her du xwendevanên xwedî jêhatinên hunerî, di pêşengehê de wêne û tabloyên xwe pêşkêşî xwendevan, mamosta û hevalên xwe kirin. Wek bi xwe dibêjin, berhemên wan ji çend tablo û karên hunerî yên bi rêya bizmarî û derziyê pêk tên.

Evîn Celal ku wêne û tabloyên xwe di pêşengehê de nîşan daye got: “Ev pêşangeha me ya yekeme ku ji me re hatî vekirin. Me bi şêwaza bizmarî û derziyê tabloyên xwe çêkirine. Her wiha hevala min jî bi xêzkirina çend tabloyan beşdar bûye. Di tabloyan piraniya xwe me hewldaye, mirov, dayik û zarokan îfade bikin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.