Hunera jinan ji rêzê nebînin!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 01:45

RAJA KHAYRAT/ NÛJÎNHA / MEXRÎB

Senarîstên jin ên ku tevlî sempozyûma Jasad a Navnetewî bûn ku sempozyum bi çarçoweya Festîvala Derhênêrên Jin li Rabatê pêk hatibû, diyar kirin ku jinan di bi hunera dikê bi têkoşîna xwe hebûn ava kirine. Senarîst-Derhêner Ulyana Bridot ji Enstîtuya Bilind a Huner û Vejîna Çandî ya Şanoyê, diyar kir, jin di qada hunera dikê de zêdetir girêdayî û eleqeyê xebatên xwe ne û da zanîn jin her dem karê xwe bi serketî bi cih tînin. Ulyana Brîdot a anî ziman ji Romanyayê hatiye Mexribê, diyar kir ew jî di nav de jinên di qada hunera dikê de cih digrin, pir zêde rastî zehmetî û cudakariyên tên.

Senarîst Rafîqa Ben Maîmon diyar kir, karkirina bi derhênerên jin re ji karkirina derhênerên mêr zêdetir kêyfxweştir e û got, "Ji ber ku jin dikarin di mijarên hin hesasiyetên hevpar de fikr û têgihîştin pêş bixin." Rafîqa Ben Maîmon, wiha dewam kir: “Min berê bi derhênerên jêhatî re karkir, lê min hîs dikir hertim fikir û pêşniyarên ku ez pêşkêş dikim nayên fêmkirin. Ev rewşê gelek caran xeyalên min şikand. Min her dem ji ber ku bi hin derhênerên îdia dikin her tiştî dizanin û heta hûrguliyên herî biçûk mudaxele hebû re kar kir, nerehetî hîs kir. Divê xebatên hunera dikê ji rêzê neyên dîtin. Divê derhêner ji bo senarîst hemû tiştên ji dest wan tê bikin.”

Mûçeyên ku heq dikin nagirin

Derhênera dikê Noura Îsmaîl a bi eslê xwe Yemenî ye û li Mexribê dijî, diyar kir ku jinên di hunera dikê de dixebitin di serî de zêdetir li ser sêwirandina cilan disekinin lê bi demê re dest bi ketina qadên wekî dekorasyon û ronahiyê dikin. Noura Îsmaîl, diyar kir ku ji ber gelek berhemên xwe yên di sêwirandina cilan de xelatan girtiye û got, “Ez di malbatek eleqedarê wêje, huner û perwerdeyê de mezin bûm. Ez ji ber eşqa xwe ya ji bo xêzkirin û dîroka cilan tevlî cîhana senografî bûm. Lê di vê qadê de jin û mêr mûçeyên ku heq dikin nagirin. Tevî ku pergalek diyarkirî ya mûçeyan heye jî hilberîner ji vê re rêzê nagirin.”

Xeyalên min şikandin

Derhênera Dikê Sarah Al-Raghaî ya ji Mexribê ye, diyar kir ku di destpêka karê xwe de bi hinceta ku di mijara dekorasyon û ronahiyê de pispor hene, ji wê hatiye xwestin tenê cilan amede bikin. Sarah Al-Raghaî, da zanîn ku hemû endamên ekîba qada dikê amade dike mêr in û got: “Vê rewşê xeyalên min şikand. Ji ber ku min dixwest bikevim nava hemû qadan. Piştre ez ketim atolyeya senografiyê û min dest bi amadekirina hemû hûrguliyan kir, ku ji bo pêşandana şanoyê pêwîst dikin. Min ekîba xebatê birêve bir. Helbet di destpêkê de hêsan nebû. Pir zehmet bû ku ez ji bo wan mêran ku ji min gelek mezintir bûn, terza xwe pêk bînim. Ez bawer dikim ku her mirov xwedî terz û destêdayînek cuda ye. Afirîner û hunermend naşibin hev.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.