Huner şoreşa jinê dixemilîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Mijdar 2023 - 00:35

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4`ê Cotmehê Pêşangeha Şêwekariyê ya 1’an li herêma Firatê bi dirûşma “Şoreşa jinan bi hunerê dixemile” hatibû lidarxistin. 26 şêwekar ji seranserî herêma Firatê bi 47 tabloyan beşdarî pêşangehê bûbûn.

Beriya li Kobanê bi dawî bibe, pêşangeh di 28, 29 û 31`ê meha Cotmehê de li Reqa, Tebqa û Minbicê li dar ketibû. Çaverê ye ku li Herêma Cizîrê li dar keve lê belê heta niha dîroka wê ne diyar e.

Dara ku beden û koka xwe parastiye

Seher Ebdurehman ji Tebqayê bi 2 tabloyan tev li pêşangehê bû û got: “Di tabloyekê de min bal kişand ser zewicandina zarokên keçîn û zehmetiyên ku ji piçûkahiyê ve dikişînin. Di tabloya din de darên zeytûnê hene. Ew wek keçeke bedew e ku xweşikbûna xwe diparêze tevî zehmetiyan. Di vir de mebesta min ji darên zeytûnê yên ku çiqlên wê hatine qutkirin, pelên wê weşîne, lê belê beden û kokên xwe parastiye.”

Seher îşaret pê kir ku lidarxistina mîna van pêşangehan gelek girîng e û dewam kir; “Ev pêşangeh, dehfeke manewî dide hunermendan. Da ku nihêrînên xwe parve bikin û bi hev re fikrên nû derxin holê.”

Dayikên şehîdan û Kobanêya berxwedêr

Şêwekar Emel Etar ji Reqayê tev li pêşangehê bûye. Wê jî di derbarê pêşangehê de got; “Şêwekaran, di pêşangehê de girîngî dane berxwedana jinan di tevahî waran de. Berhema min li ser dayikên şahîdan e. Dîmênê dayika şehîd, hestên wê rave dike. Dema kurê wê şehîd bikeve dikara bilîlîne ruxmî êşa di dilê wê de jî. Me xwest ji Kobanêya berxwedêr bi rêya tabloyên jinên berxwedêr vê peyamê bidin ku jin dikarin aştiyê li seranserî cîhanê pêk bînin.”

Keziyên tolhildanê

Hîla Ehmê jî ya ji Kobanê tevlî pêşangehê bûye, behsa navaroka tabloya xwe kir û got: “Min bi rêya vê tabloyê xwest balê bikişînim ser hêza jinên kurd ên ku piştî trajediya Şengalê, soz da ku şerê DAIŞ`ê bikin. Ew jina ku ji bo tolhildanê, keziyên xwe qut kiriye û bi kêla gorê ve girê daye.”

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.