Huner naveroka xwe winda dike!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:46

Kurd xwedî hunerek dewlemend in, navçeya Koye jî yek ji wan navçeyên di aliyê hunerê de pêşketiye. Lê hunermendên bajêr diyar dikin ku teknolojiyê tesîreke xerab li ser hunerê çêkiriye.

Navçeya Koye xwediyê gelek hunermendên mezin û naskiriye ku rolek mezin di aliyê hunera Kurdî de lîstine û heta niha jî nifşê nû guh dide dengên wan hunermendan. Lê li gor gotina hunermendên bajêr çend sedemek di nava wan de jî teknolojî, wisan kiriye hunera Kurdî ber bi lewaziyê ve here.

Hunermendên navçeya Koye di derbarê giringiya hunerê ya li Koye û her wiha sedemên ne baş ên ku huner lewaz dikin axivîn.

Her yek ji wan xwedî şêwazek bû

Hunermend û Awazdaner Arezu Îsmaîl da zanîn ku hunermendên berê yên resen hemû jiyana xwe ji bo hunera xwe veqetandin û ji bilî wê jî ji bo hînbûn û lêgerîna şêwaz û stranên resen hertim di nava hewildanan de bûn. Arezu Îsmaîl da zanîn ji ber van taybetmendiyan, heta niha jî deng û stranên wan hunermendan zindî mane û got; “Wan hunermendan her yek şêwazek xwe yê taybet hebû. Ji bo mînak, Xale Tayer, Mame Sêwe û Mela Eshed di dibistana stranên resen ên Kurdî de mezin bûn.”

Teknolojî hunerê lewaz dike

Di dewamê de Arezu Îsmaîl destnîşankir ku li Koye stranên Kurdî yên resen cihek xwe yê taybet heye û niha xelkên Koye bi hebûna van stranan gelek şanaz in. Hunermend Arezu îşaret bi bandora teknolojî ya li ser hunera Kurdî jî kir û got: “Teknolojiyê tesîreke xerab li ser hunerê çêkiriye, ji ber wê niha huner lewaz bûye. Li hemû cîhanê teknolojî ji bo başkirin û ciwankirina tiştên baş e, lê mixabin li vir ji bo veşartina tiştên xirab tê bikaranîn.” Arezu Îsmaîl diyarkir hin ji sedemên din ên lewazbûna hunera niha ewe ku dema hunermendek dest bi karê hunerî dike, armanca xwe dike pere qezenc kirin, ji bilî wê jî hinek hunermendên niha di aliyê rewşenbîrî de lewaz in û nikarin gotin û şêwazên baş ji stranên xwere bibînin. Ev dibin sedem hunera niha lewaz bibe.

Sê tiştên girîng ji bo reseniyê

Hunermend Piştîwan Kakil jî yek ji wan hunermendane ku bi salane xizmetê ji muzîk û stranan re dike. Wî jî di vî warî de got: “Ji bo huner reseniya xwe biparêze sê tişt giring in. Ya yekem tekst û hunandin, duyem performans yanî deng û şêwazê gotinê, ya sêyem jî awaze ku her stranek ev tişt têde nebin, namînin. Çavên hunermendên berê gelek tiştan dibirî, ji ber wê heta niha jî nav û dengê wan maye.”

Resm heye lê naverok tine ye

Piştîwan Kakil da zanîn ku stranên niha pirraniya wan piştî hefteyekê tên jibîrkirin, kes li wan guhdar nake û got: “Sedema vê çendê jî ji ber nebûna her sê xalên li jor me behskiriye. Niha bi qasî ku giringî bi rû tê dayîn, ewqas giringî bi naveroka stranê nayê dayîn. Hunermendên niha diçin jinek tînin di klîba xwe de didin lîstin, xelk jî bi qasî li dîmen temaşe dike, ewqas guh nade naveroka stranê ka çiye û çi dibêje. Ji ber wê ye ew stran zêde namînin.”

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.