Huner dikare şidetê nîşan bide

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 23 Îlon 2023 - 00:14

HANAN HARITE / NÛJÎNHA / MEXRÎB

Komaleya Têkoşîna ji bo Hemwelatîbûna Wekhev 4 sal in di mijara şideta li dijî jinan de dixebite. Komele bi rêya hunerê xebatên hişyarkirinê pêk tîne û civakê ji hin şidetên heyî haydar dike. Di çarçoveya kampanyaya ‘Şidetê Rawestînin’ ya ku komale li hemberî şideta dîjîtal daye destpêkirin kurtefilmekî bi navê “Al Nashba” (Kemîn) hate çêkirin. Mijara kurtefilmî şideta li hember jinekê ye, ya ku li ser medyayên dijîtal qewimiye. 

Seroka Komaleya Têkoşîna ji bo Hemwelatîbûna Wekhev Buşra Abdo da zanîn ku ew ê bi rêya huner şidetê şermezar bikin û rê nedin ku şidet pêk were. Nexasim jî warê şideta li hember jinê de ew hunerê weke rêbazeke bi bandor dibînin û dinirxînin.

Huner zûtir hişyar dike

Buşra Abdo da zanîn ku hunerên di warê dîtbarî de, nexasim jî sînema xwedî roleke girîng e û got; “Bi hunerê hûn hê zûtir xwe digihînin raya giştî. Weke kesên ku têdikoşin divê em ji vê hunerê sûdê werbigrin. Cihêkarî, bê edaletî, şidet û netewperestî bandorê li xelkê dike. Filmên ku li dijî her cure şidetê tên çêkirin bi peyamên xwe kesên ku şidetê dikin diguherînin. Huner bi hemû şêwazên xwe dema ku bi awayekî ne rasterast şîretan dide bîneran, di heman demê de rehberiyê jî ji wan re dike. Bînerên ku li van filman temaşe dikin dikarin li dijî şideta ku li jinan dibe rabin.”

Şibakeya hunerî û guherîna civakî

Buşra Abdo bal kişand ser peywira hunermandan û da zanîn ku hunermend bi rêya hunerê dikarin li dijî şidetê helwêstan ava bikin. Buşra Abdo got; “Bi taybetî di qada sînemayê de pêdivî bi berhemên wisa heye ku xizmeta têkoşîna jinan bike, civakê hişyar bike. Divê li dijî her cure şidetê ya ku xwe dispêre zayendparêziyê hişyariyeke giştî were avakirin. Destpêkê divê li dibistanan di dema perwerdeyê de ev têgihştin û hişyarî were avakirin. Huner şibakeyeke bi tesîr e, ew ji bo guhertina siyasî, civakî û çandî xwedî roleke girîng e. Ji bo şideta li hember jinan were aşkere kirin jî sînema dikare gelek tiştan bike û pirsgirêkan vebêje.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.