Chris Wood jineke hunermend e li Ingillistanê. Ew bi rohniyê hunerê xwe dike, berhemên xwe çêdike. Ew ji bo hunerê xwe, materyalên optîk yên reng didin, reng û rohniyê diguherin, rohniyê dişikînin bi kar tîne. Di berhemên xwe de ew bi rêzkirineke besît hêmanên kînetîk ava dike. Û ev jî bersiveke ji bo wan mekanên ev berhem di wan de hatine bicihkirin. Ew bi xwe hinekî çawalêhato rêzê diyar dike û dibêje, ew dixwaze xelk gava berhemê bibînin, li ser tecrûbeya xwe ya dîtinê bihizirin.
LONDON