- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civêîna koma xwe ya li Meclîsa Enqerê de got, “Bi milyonan kesî xwest ku tavilê ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civêîna koma xwe ya li Meclîsa Enqerê de got, “Bi milyonan kesî xwest ku tavilê ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
Bûldan got, wan Newrozeke bi heybet li pey xwe hiştiye û bal bire ser pîrozbahiyên Newrozê: “Li 76 navendan bi milyonan însanî xwe berda meydanan û îradeya xwe danî holê. Ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyê, li derveyî welat jî bi milyonan însanî Newroz pîroz kir. Bi milyonan kesî li dijî faşîzmê û zilmê dengê xwe bilind kir û Newrozeke dîrokî pîroz kir. Bi milyonan kesî got, ‘heke zilm hebe, berxwedan jî heye’ û wêrekî û baweriya xwe nîşan da. Bi milyonan kesî navê aştî û azadiyê bi qêrîn got. Xelkê carek din got hûn nikarin îradeya min tune bihesibînin.
Di Newroza Amedê de zilm û êşkence li xelkê kirin lê gelê nikaribûn berxwedan û sekna gelê Amedê bişikînin. Dengê Amedê gihîşte Serhedê, Botanê, Stenbol û Egeyê. Xelkê me tevî astengiyan jî got, ‘dem dema serketinê, azadiyê û yekitiyê ye’. bi milyonan kesî daxwaz kir ku zimanê wan bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Xelkê me nîşanî îqtîdarê da ku kes nikare îradeya wan rehîn bigire. Newrozê nîşan da ku pirsgirêka Kurd bi tecrîdê, bi dijminatiya Kurdan, înkar û îmhayê çareser nabe, bi diyalog û muzakereyan û polîtîkayên aştiyane dikare were çareserkirin. Bi milyonan kesî carek din nîşan da ku ew li pey nameya çareseriyê ya 2013’an û Mutabeqata Dolmabahçeyê ya 2015’an in. Bi milyonan kesî xwest ku tavilê ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
ENQERE