Hûn jî li berxwe bidin

În 10 Gulan 2024 - 00:23

Esma Ayaz (46) a ku di sala 1999’an de li Sêrtê hate binçavkirin û girtin bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê lê hate birîn. Ayaz a 25 sal in girtî ye bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke mûtleq de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd di çalakiyê de ye. Malbata Ayazê ji 4’ê Nîsanê ve ji keça xwe agahiyê nagirtin. Dayik Emîne Ayaz ji ber nexweşiyên xwe 7 sal in nikare keça xwe bibîne. Bav Ferhat Ayaz jî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê 15 sal in nikare biçe hevdîtinê. 

Dayika Ayazê Emîne Ayaz, diyar kir ku keça wê bi salane ku di girtîgehê ji bo çareseriyeke mayinde li ber xwe dide û got:“Ev 4 car in ku dikevin greva birçîbûnê. Lê belê kesek dengê wan nabihîze. Divê ku êdî ev dewlete li ser bisekine, dinya li ser vê mijarê bisekine. Em dixwazin ku aşitiyek çêbibe. Heta kengî wê wisa be? Em jî doza zarokên xwe dikin. Daxwaza wan ew e ku agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin û ev tecrîd bi dawî bibe. Kesek ti agahiyê ji Ocalan nastîne. Divê ku êdî gel xwe bêdeng neke û divê ku herkes bibêje, 'êdî bes e'. Daxwazên wan daxwazên me ne. Em heta dawiyê li pey doza wan in û piştevaniyê didin wan. Herî dawî dema ku ez pê re axivim ji me re got, 'hûn jî li ber xwe bidin'. Ev 2 meh in jî ti agahiya min jê nine û dengê wan nîne. Çavê me li agahiyeke ku ji girtîgehan bê ye.” 

Divê daxwaz bên bîhîstin 

Bavê wê Ferhan Ayaz ê ku nexweşe qurçîkane û ev 15 sale di nav cihan de ye jî da zanîn ku wî 15 sal in keça xwe neditiye û got ku çalakiya ku girtiyan daye destpêkirin daxwaza her kesê ku dibêje ez mirov im e û got:“Qasî ku ez dizanim hatiye girtin heta niha ji bo çareseriyê û aşitiyeke mayinde di nav çalakiyan de ye. Ev çalakiya ku îsal daye destpêkirin jî ne çalakiyeke ji rêzê ye. Weke herkesekî mafê birêz Ocalan jî heye ku weke mirovan bijî û mafê xwe yê hevdîtinê yê bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne. Ev 15 sal in ez nexweş im û di nav cihan de me. Rê dûr e û êdî min nekarî biçim keça xwe bibînim. Girtiyên siyasî nêçarin ku li ber xwe bidin. Divê ku cîhan tev li ser mafê wan bisekine û bibêje, 'ev tişta ku tê kirin zilme' divê ku vê zilmê bibînin.” 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.