Hûn ê çawa telafî bikin?

În 21 Çile 2022 - 22:12

  • Li Komîsyona Lêkolînê ya Parlamena Hessenê, doh (în) di rûniştina 4’an yanî ya dawî ya guhdarîkirina malbatên mexdûrên komkujiya Hanauyê hebû.   

Li Komîsyona Lêkolînê ya Parlamena Hessenê, doh (în) di rûniştina 4’an yanî ya dawî ya guhdarîkirina malbatên mexdûrên komkujiya Hanauyê hebû.    

Di vê rûniştinê de malbatên Unvar û Gultekîn bi komîsyona Lêkolînê re rûniştin, û helwêsta midûriyeta polêsan, dadgeriyê û siyasetvanan a beramberî komkujiyê rexne kir. Malbatan got, şeva êrişê polês kar û wezîfeya xwe nekir û piştre jî siyasetvanan kar û wezîfeya xwe nekiriye. Ji ber vê jî, malbatan got, ew bûne xwedî înîsiyatîf û ji bo ku lêpirsîna dozê bigihîje encamekê, niha ew bi xwe têdikoşin. 

Di êrişa nijadperest a 19´ê Sibata 2020´an a li bajarê Elmanyayê Hanauyê de 9 kesan canê xwe ji dest dabû. Ji bo lêkolîna vê êrişa nijadperest li Meclîsa Eyaleta Hessenê Komîsyona Lêkolînê hat avakirin. Komîsyonê li malbatên kesên di êrişê de jiyana xwe dest dayî 4 hefteyan guhdarî kir. Doh rûniştina dawî ya guhdarîkirina malbatan hebû. 

Cenaze bi rojan revandin

Di destpêka rûniştina doh de Çetîn Gultekîn ê ku birayê wî Gokhan Gultekîn di êrişê de canê xwe ji dest dabû, peyivî. Gultekîn behsa helwêstên bêzar û êrişkar ê polês ên şeva êrişê kir û got, wan bi ti awayî nekarî agahiyan wergirin. Çetîn Gultekîn got, bi rojan ew neçar maye li cenazeyê birayê xwe li nexweşxaneyan bigere, û otopsî jî bêyî destûr û agahiya malbatan hatiye kirin. Çetîn Gultekîn got, “Me nekarî xatirê xwe ji birayê min bixwazin. Bi rojan cenaze ji me revandin, em ê vê yekê ti carî jî efû nekin.” Wî got, di otopsiyê de ne ku tenê gule ji bedenê hatine derxistin, lê tevahiya organên bedenê jî hatine derxistin û ev yek bi wêneyan nîşan da. 

Pirs her diçe zêde dibin

Piştî nîvrojê jî dayika Ferhat Unvarî, Serpîl Temîz Unvar ji Komîsyona Lêkolînê re peyivî. Wê bi bîr xist ka çi qasî zehmet e, neçar dîsa behsa şeva bûyerê bike. Wê nerazîbûna xwe ji bêbersivhiştina pirsên xwe nîşan da û got, “Em ji pirsên xwe re yên ku her diçe zêde dibin, ti bersivê wernagirin.”

Serpîl Temîz Unvar saeta li ser belgeya mirina kurê xwe Ferhatî bi bîr xist û got, “Di navbera saeta komkujiyê û saeta mirina Ferhat de 5 saet hene. Ez timî lê difikirim ka kurê min çawa li cihê êrişê çawa bi saetan birîndar maye.” 

Serpît Temîz Unvar got, paşê parêzerê wê daye zanîn ku Ferhat zûtir can daye û wiha rexne li siyasetvanan girtin: “Hûn ê evqas şaşiyên saziyên fermî kirine çawa telafî bikin? Ji bo pêşîgirtina li êrişên nijadperest hûn çi gavan diavêjin? Gelo di nava vê civakê de hûn dixwazin tiştinan biguherin?”

Gava em hatin jibîrkirin em ê bimirin

Di dawiya axaftina xwe de wê got, “Kurê min di Facebookê de tiştek parve kiribû: Tenê gava em hatin jibîrkirin, em ê bimirin. Heger em karibin ji bo siberoja xwe tiştekî bikin, nav û bibîranîna zarokên me wê heta hetayê bimînin.” 

Piştî rûniştina Komîsyonê Lêkolînê saet 15.00´an bi dawî bû, malbatên kesên canê xwe ji dest dayî, nêzîkî Parlamena Hessenê wêneyên zarok û xizmên xwe hildan û xwepêşandanek kirin.

WIESBADEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.