Hûn çima Saadetê derman nakin
Sêşem 23 Tebax 2022 - 22:24
- Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, der barê Saadet Firat bi pençeşêrê ketî ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de, pêşnûma pirsek da meclîsa Tirk a li Enqerê.
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, der barê Saadet Firat bi pençeşêrê ketî ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de, pêşnûma pirsek da meclîsa Tirk a li Enqerê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Ayşe Acar Başaran bal bire ser rewşa Hevseroka HDP’a Çewlikê, Saadet Firat a ku bi pençeşêrê ketiye û girtî ye.
Parlamenterê got, ji 3'yê Hezîrana 2022'yan ve Firat girtî ye û ew ji ber pençeşêrê derman dibû: "Tê îdia kirin ku Firat li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê li qawîşa A/7'ê tê girtin, nayê dermankirin. Her wiha hat diyarkirin Saadet a ku nexweşiya wê ya astimê jî heye, lingên wê diwerimin û tansiyonê wê bilind û kêm dibe. Rewşa girtiyê li girtîgehê her ku diçe girantir dibe.”
Wê ji Wezîrê Edaletê ê Tirk Bekîr Bozdag xwest bersivê bide van pirsan:
* Ma agahiya we heye Saadet Firat a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê li qawîşa A/7'ê tê girtin û nexweşa pençeşêrê ye mafê wê ya dermankirinê tê astengkirin?
* Saadet Firat bi kîjan sedeman nayê dermankirin?
* Hûne kengê dawî li tecrîdkirina Saadet Firat û girtiyên nexweş bînin?
* Wezareta we li ser dermankirina girtiyên nexweş di şert û mercên insanî de xebateke çawa plan dike?
* Niha li girtîgehên Tirkiyeyê çend girtiyên nexweş hene? Rewşa çendan ji van girtiyan giran e?"
ENQERE