Hûn çi fêm dikin?

Duşem 29 Tebax 2022 - 21:27

  • Ji fermandarên NPG’ê Amed Malazgîrt, ji ber ku dewlet dibêjin, ew fikarên ewlekariyê yên dewleta Tirk fêm dikin, ji wan re got, “Hûn çi fêm dikin?” û dewleta Tirk weke kirdeyê herî mezin ê terorê bi nav kir.   

Ji fermandarên Biryargeha NPG’ê Amed Malazgîrt şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û got, “Dewleta Tirk dît, nikare PKK’ê têk bibe, ji ber vê dixwazin qelsiya xwe ya di şer de bi propagandayê binixumînin.”

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt ji bernameya taybet a Stêrk TV’yê re peyivî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê nirxand.

Amed Malazgîrt got, “Hedefa dewleta Tirk ew e ku Başûr bi giştî dagir bike û xeta Mîsaqî Mîllî rewa bike. Me berê jî gelek caran qala van tiştan kir. Di şerê me yê li dijî dewleta Tirk de hinekan ji dêvila ku helwêsta xwe nîşan bidin, xwestin bêdeng bimînin. Heta bi dewleta Tirk re şirîkatî kirin. Dewleta Tirk jî di encamê de êrişên xwe yên li ser tevgera me zêdetir kirin.”

Amed Malazgîrt bi bîr xist ku hikûmeta dewleta Tirk ji mêj dibêje, wê PKK nehiştiye û wiha peyivî: “Sala 2017’an Suleyman Soylû digot, ti kes wê êdî navê PKK’ê nebihîze. Ji wê demê û heta niha, herî zêde ew qala PKK’ê dikin.

Dibêjin me PKK qedand, lê diçin ku qala PKK’ê dikin. Diçin kîjan welatî ji bo êrişê bibin ser PKK’ê alîkariyê dixwazin, tawîzan didin. Kes jî napirse ‘Heke te PKK qedandiye, çima diçî kîjan welatî ti destketiyên Tirkiyeyê pêşkêş dikî û li hemberî Kurdan bi kar tînî’.”

Dewleta Tirk çete ye 

Malazgîr îşaret bi xisleta dewleta Tirk kir û got, “Dewleta Tirk a niha ji çete û mafyayan pêk tê. Qanûn û hiqûq tine.

Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ji bo ku xisarê bide Kurdan, destketiyên wan tine bike û dewlemendiyên wan ên sererd û binerd talan bike, çi ji destê wê tê dikin. Dewleta Tirk di vî warî de meydanê vala dibîne û zilma li hemberî Kurdan ji bo xwe wekî serketinê dibîne.

Êrişên dagirker ên ji 24’ê Nîsanê ve, 4 mehên xwe qedandin. Hesabê dewleta Tirk ev bû, ez ê her cure teknîkê bi kar bînim, dewletên navneteweyî wê piştgiriyê bidin min, ez ê çeteyan li dora xwe kom bikim û di demeke herî kurt de ez ê encamekê bistînin. Lê wan hesabê milîtanên PKK’ê û fedaiyên Rêber Apo nekir. Rast e li hinek deran dijmin ketiye qadê. Li hinek giran hevalên me hene, dijmin jî heye. Sermesele li Werxelê hevalên me jî hene, dijmin jî heye. Şev û roj şer didome. Xwestin leşkeran têxin tunelan. Gelek leşker hatin kuştin, vê carê cerdevan anîn. Dema ku hinek cerdevan jî hatin kuştin, êdî nekarîn wan jî bînin. Li gorî agahiyan, ji cerdevanan re gotine. heke hûn bikevin tunelan, em ê 6 mehan destûrê û meaşê wê bidin we. Jixwe ji ber ku cerdevan Kurd in, heke werin kuştin ji bo wan ne windahî ye. Dewleteke ewqasî nemerd e.”

Wê li serê NATO´yê jî bibe bela

Fermandar Amed Malazgîrt got dewleta Tirk wê rojekê li serê NATO´yê jî bibe bela: “Dewleta Tirk zarokê NATO’yê yê nehis e. Lê rojekê, ew ê li serê NATO’yê jî bibe bela. Hin welatên endamên NATO’yê dibêjin em hesasiyeta Tirkiyê ya derbarê terorê de fêm dikin. Hûn çi fêm dikin? Terora herî mezin dewleta Tirk e. Carinan ji bo ku ji NATO’yê tawîzan wergire nêzikî Rûsyayê dibe, carinan jî ji bo ku ji Rûsyayê tawîzan bigire, NATO’yê derdixe pêş. Dibêjin, em bi Kurdan re bira û dost in. Em biratî û dostaniyeke wisa naxwazin. Her roj dibêjin em ê Rojava dagir bikin. Li Rojava her roj sivîlan qetil dikin. Divê hesab ji Erdogan bê pirsîn, ew bê dadgehkirin. Çi mafê wan heye ku zilmê li ewqas mirovên bêguneh bikin? Hin dewlet dibêjin, em fikarên ewlekariya dewleta Tirk fêm dikin. Çi fikarên ewlehiyê hene?

Li çar parçeyên Kurdistanê mafê dewleta Tirk nîne. Hatin Kurdistan dagir kirine û zilmê li vî gelî dikin. Esas ji ber hebûna dewleta Tirk, ewlekariya jiyana gelê Kurd nîne.”

Ciwan divê çalakiyên bi bandor bikin

Fermandar Amed Malazgîrt bang li ciwanên Kurd jî kir û got, “Li hinek cihan derfeta ciwanan nîne ku tevlî nav refan bibin. Lê dikarin di nav xwe de bi dizî xwe birêxistin bikin û li Bakur û heta li metropolên Tirkiyeyê jî çalakiyên çekdarî bikin. Hemû rayedarên Tirk ên vî şerî dikin, hedef in. Pêdiviya wan bi talîmatan nîne. Kesê ku xwe wek Kurdekî welatparêz bi nav bike, dikare derbekê li dijmin bide. Çalakiya li dijî her kesê ku zirarê dide Kurd û Kurdistanê, tevkariya vê têkoşînê ye. Yanî ciwan bêyî ku ji ti derê talîmatan bigirin, dikarin xwe bi rêxistin bikin. Hedef diyar e; dikarin li her derê zirarê bidin aboriya dewleta Tirk, bi taybetî jî hêzên girêdayî AKP-MHP’ê, polês û leşkeran.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.