HTŞ'ê zêdeyî 2 hezar Elewî qetil kir

Çarşem 31 Kanûn 2025 - 03:25

Di nava salekê de ku HTŞ'ê Şam bi dest xist, di êrişên li ser Elewiyan de zêdeyî du hezar kes hatin kuştin; revandina jin û zarokan, destavêtin û zewicandina bi zorê zêde bûn.

Beriya bi salekê HTŞ a bi serkêşiya Ahmed Şara Şam bi dest xist. Di nava salekê de HTŞ û çeteyên ser bi wê ve li seranserê welêt gelek êriş bir ser gel. Êrişa herî giran jî li hemberî Elewiyan hate kirin.

Elewiyên li Sûriyeyê di 27'ê Kanûnê de roja Şemiyê bi daxwaza rêveberiyeke nenavendî û federasyonê çalakî kirin. Lê belê hêzên HTŞ'ê êriş birin ser çalakgeran. Di êrişan de herî kêm 10 Elewî hatin kuştin, bi dehan çalakger jî birîndar bûn.

HTŞ'ê piştî ku Şam bi dest xist, yek ji cihên ku destpêkê êrişî wan kir herêmên peravê bûn ku Elewî lê ne. Elewiyên li herêmên Lazqiye û Tartûsê ku ji sedî deh ê nifûsa Sûriyeyê ye, êrişên li dijî wan ji dema DAÎŞ'ê û vir ve dewam dikin. Elewî ji bilî van herdu herêman li Hums, Hama û hin herêmên Şamê xwedî nifûseke zêde ne.

Piştî ku DAÎŞ bi destê QSD'ê hate têkbirin, êriş jî kêm bûn. Lê belê piştî ku HTŞ a bi rêveberiya Ahmed Şara Şam bi dest xist, êrişan ji nû ve dewam kirin. Ji ber ku herêmên di bin kontrola HTŞ'ê de ne, QSD nekarî yekser dest lê werde. Lewma êrişên li ser herêmên Elewiyan li gel nerazîbûnan jî dewam dikin.

Yek ji xalên esasî yên lihevkirina HTŞ û QSD'ê ku di nava raya giştî de weke Peymana 10'ê Adarê jî tê naskirin, kêmkirina êrişên li ser Elewiyan û gelên din e. Lê belê HTŞ bi israr ev xal bi cih neanî. Bi bidawîbûna salê re êrişên qirkirinê yên HTŞ'ê yên li ser Elewiyan dewam dikin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di rapora xwe de ya ku meha Tîrmehê weşand, eşkere kir ku di navbera Sibat-Hezîrana 2025'an de herî kêm 36 jin û zarokên Elewî hatin revandin.

Êrişên HTŞ'ê û çeteyên wê yên li ser îbadetxaneyên Elewiyan jî dewam kirin. Heta meha Adara 2025'an bi dehan tirbên Elewî ya hatin hilweşandin yan jî bi temamî hatin tinekirin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.