Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) rayedarên Başûrê Kurdistanê gunehbar kir ji ber ku wan "neqanûnî" kanala televizyonê NRT TV girtiye, tevî buroyên wê yên li Dihok û Hewlêrê.
HRW´ê endîşeyên xwe îfade kirin ji ber ku girtina kanalê bi sedemên siyasî ye.
Rayedarên asayişê ji karmendên kanalê re gotine, "rayedarên PDK´ê ferman da wan da ku buroyên kanalê bigirin."
HRW bi bîr dixe ku sedema girtina kanalêû buroyên, weşana wê ya li ser protestoyên li Zaxoyê bû ya ku tê de şifêrên kamyonan biryara hikûmetê ya hewandina şifêrên ji Tirkiyeyê protesto dikir.
HRW bi bîr xist ku her du buroyên NRT TV yên li Dihok û Hewlêrê hîna jî girtîne, lê weşana kanalê ji Silêmaniyê dewam dike.
Beriya niha jî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li hikûmeta Başûr kiribû ku "êdî dev ji tacizkirina weşangeriya NRT berde".
HEWLÊR