HRE'yê dermanê dagirker da wan

În 9 Nîsan 2021 - 00:25

  • HRE'yê da zanîn ku wê di çalakiyên ji 19'ê Adarê heta 7'ê Nîsanê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker kuştine. Hêzên QSD'ê jî li gundê Seyda yê ser bi Eyn Îsayê hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk şikand.

Dewleta Tirk a dagirker, ji deverên dagirnekirî re jî bi topbaran û bombebarandinê tehlûke ye. Li Efrînê, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hem bersiva van êrişên dewleta Tirk da û hem jî ji bo bi dawîkirina dagirkeriyê çalakiyên xwe bê navber dewam kirin. Di çalakiyên HRE'yê yên ji 19’ê Adarê heta 7’ê Nîsanê de 9 leşkerên artêşa Tirk û 5 çeteyên wê hatin kuştin. di van çalakiyan de 12 dagirker jî birîndar bûn. Dewleta Tirk li Eyn Îsayê jî hewldanên dagirkeriyê dewam dike. Hêzên QSD'ê dagirker li gundê Seyda şikandin.

HRE'yê doh li ser çalakiyên xwe yên vê dawiyê yên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da. HRE'yê di heman demê de dîmenên çalakiya xwe ya dawî jî weşand.

HRE’yê da xuyakirin ku di çalakiyên wan ên ji 19’ê Adarê heta 7’ê Nîsanê de 9 leşkerên artêşa Tirk û 5 çete wê hatine kuştin, her wiha 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûne.

Kite bi kite çalakiyên HRE'yê

HRE'yê kite bi kite wiha behsa çalakiyên xwe û encamên wan kir:

“Artêşa Tirk a dagirker di pêvajoya Newrozê de, di serî de herêmên Şera û Şerawa, gelek herêm bi dijwarî topbaran kirin. Hêzên me li hember vê di çarçoveya bersivdayînê de gelek çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

  • Roja 19’ê Adarê, li taxa Zeîdiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyeke sabotajê de, 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû. 
  • Roja 20’ê Adarê, li bajarê Efrînê seyareyeke çeteyan hat rûxandin.
  • Roja 24’ê Adarê, li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû. Her wiha seyareyek hat rûxandin.
  • Roja 28’ê Adarê, li bajarokê Marê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 nuqteyên leşkeran hatin rûxandin.
  • Heman rojê, li gundê Celemê yê Cindiresê, di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.#
  • Roja 7’ê Nîsanê, li Mareyê li hember baregeheke din a artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha seyareyeke kar hat rûxandin.
  • Topbaranên artêşa Tirk a dagirker bi taybetî roja 7’ê Nîsanê de pirr dijwar bû û di encama vê topbaranê de zarok jî di navê de, gelek welatiyên sivîl birîndar bûn. Li hemberî vê yekê, hêzên me roja 7’ê Nîsanê çalakiyeke taybet a bersivdayînê li dar xist. Ev çalakî li derdora gundê Gobelê yê Efrînê li hember yekîneyeke kemînê ya artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
  • Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 5 çete û 9 leşker hatin kuştin, 2 çete û 10 leşker jî birîndar bûn.”

Erebeyeke leşkerî hat derbkirin

Artêşa Tirk a dagirker doh berê sibehê hewl da gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsayê dagir bike, şervanên QSD'ê bersiv da û êriş şikand. Di encama bersivdana şervanan de erebeyeke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker hate derbkirin, piştî bersivdan şervanan gundê Seyda, rêya M4, Xwaringeha Nexîl û derdora navçeya Eyn Îsa ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hate topbarankirin.

Dewleta Tirk heta kêliya nûçeya me dihat amadekirin jî li gundewarên Şehbayê gundê Ziwan û bendava Şehbayê topbaran dikir.

 

Xendekên dagirkeriyê dikolin

Dewleta Tirk Tirk a dagirker li dora Eyn Îsa  xendekan dikole û hêzên xwe zêde dike.

Ji Mijdara 2020’an ve dewleta Tirk a dagirker li dora Eyn Îsayê bi taybetî jî li ser rêya bejahî ya M4'ê ya ber bi Kantona Kobanê ve, li gundên Xalîdiyê, Mielek, Hoşan, El Mişêrfê û Seydayê 5 baregehên leşkerî ava kirine. Dewleta dagirker ku êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsayê giran kirine, li herêmê çeperan dikole.

Li herêmên pêşberî rêya bejahî ya M4 dagirkeran 6 kîlometreyan xendek kolane û dixwazin rêya M4'ê qût bikin. Bi rêya van çeperan dewleta Tirk a dagirker hewl dide Eyn Îsayê dorpêç bike. Li gel êrişan û kolandina çeperan her wiha sewqiyata çekên giran û leşkerî jî tê kirin.

Di encama êrişên ku ji van nuqteyên dagirkeran hatine kirin, hate niha herî kêm 11 sivîl hatine qetilkirin û zêdeyî 20 sivîlan jî birîndar bûne.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.