HRE li Efrînê 4 jê Tirk 16 dagirker kuştine

Sêşem 13 Îlon 2022 - 22:36

  • Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên dagirkirî li dijî dagirkerên dewleta Tirk, çalakî kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên dagirkirî li dijî dagirkerên dewleta Tirk, çalakî kirine. Di encamê de 16 dagirker hatin kuştin, û 4 ji wan leşkerên Tirk in.

HRE´yê têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev daxuyanî da: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker li hemberî heremên me bênavber dewam dikin. Li hemberî van êrişên faşizan di çarçoveya parastina rewa de çalakiyên me yên bersivdayinê dewam dikin:

Di 23'yê Tebaxê de, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Ji ber ku encamê vê çalakiyê dereng hate zelalkirin, em niha bi raya giştî re parve dikin.

Di 4' ê Îlonê de, li gundê Kil Cibrîn ê navçeya Ezazê, li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî dagirker hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Di 7'ê Îlonê de, li eniya Hirbilê ya ser bi herêma Şehba, di encama çalakiyekê de 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Di vê çalakiyê de seyareyek çeteyan jî hat rûxandin.

Di 8'ê Îlonê de, nêzî gundê Şêx Îsa yê ser bi Til Rifetê, di encama çalakiyeke hêzên me de leşkerekî dagirker hat kuştin.

Di 9'ê Îlonê de, li Cerablûsê û li bejahiya herêma Efrînê du çalakiyên bibandor hatin li dar xistin. Di encama çalakiya li Cerablûsê de 2 çete hatin kuştin û motorekî çeteyan hat ruxandin. Di çalakiya din de jî depoyek cebilxaneyê ya çeteyên dagirker hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin, depoya cebilxane bi temamî hat ruxandin.

Di encama van 6 çalakiyan de bi giştî 4 leşker û 12 çete hatin kuştin, 3 leşker û çeteyek jî birîndar bûn. Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiyên me yên bersivdayinê wê dewam bikin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.