HRE: 11 dagirker hatin kuştin

Duşem 11 Îlon 2023 - 00:15

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya çalakiyên li dijî dagirkerên dewleta Tirk a navbera 9'ê Tebaxê û 5'ê Îlonê eşkere kir. Hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 11 dagirker hatine kuştin.

HRE'yê di daxuyaniyê de gotÎ;"Dewleta Tirk û çeteyên wê ku bi rêk û pêk êrişê sivîlan dikin, di çarçoveya polîtîkayên xwe yên şerê taybet de ku li ser Efrîn a dagirkirî dimeşînin, demografiyê diguherînin. Hêzên me ku li hemberî van kiryarên dagirkeran bêdeng namînin, li deverên cuda gelek çalakiyên bersivdanê lidar xistin."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me 9'ê Tebaxê li herêma Marê wesayiteke çeteyên dewleta Tirk a dagirker îmha kirin.

12'ê Tebaxê li gundê Meryemînê yê navçeya Şerayê, di çalakiyeke sekvaniyê ya hêzên me de çeteyek hate kuştin.

14'ê Tebaxê li herêma Babê di çalakiyekê de ku li hemberî wesayitekê hate kirin, 4 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

16'ê Tebaxê li eniya Şêrawayê di çalakiyeke sûîqestê de çeteyek hate kuştin. Heman rojê li heman qadê di çalakiyeke din de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

25'ê Tebaxê li eniya navçeya Şerayê di çalakiyekê de çeteyek hate kuştin, makîneyeke kar jî hate îmhakirin.

2'ê Îlonê li eniya Şerayê di çalakiyeke sekvaniyê de çeteyek hate kuştin.

5'ê Îlonê li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrawayê di çalakiyeke sûîqestê de çeteyek hate kuştin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.