HPG'ê fermandar Şahîn Şaho di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Şahîn, dema ku li herêma Gabarê ya Botanê bi erka xwe radibû, di 6'ê Adara 2013'an de ji aliyê sîxurekî ve bi komployê hate şehîdkirin. Piştî vê bûyerê sîxur hate girtin, lêpirsîna wî hate kirin û piştî ku hate tespîtkirin bi zanebûn hevrêyê me Şahîn şehîd kiriye û li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me sûcên cuda jî kiriye, hate cezakirin. Hevrêyê me Şahîn, sala 2013'an de di demeke welê de bi komployeke nemerdane şehîd hate xistin ku hêzên me dest bi vekişîna ji Bakurê Kurdistanê kiribûn û gelek ciwanan berê xwe dida nava refên gerîla. Lewma şehadeta hevrêyê me nekarî di dema xwe de ji malbata wî ya hêja û gelê me yê welatparêz re bê ragihandin. Em hevrêyê xwe Şahîn di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin, soza ji bo mezinkirina têkoşînê û dilsoziyê ya ku me daye şehîdan em dubare dikin, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

HPG´ê li ser şehîd Şahîn Şaho got, “Hevrêyê me Şahîn li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Brûkî mezin bû. Wî zanîngeha lê dixwend, terikand û tevî pismamê xwe Kûrtay (Necatî Guneş) biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2009'an de li Wan a ku lê ji dayik bûye, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şahîn ku di aliyê îdeolojîk û rêxistinî de bi xwe pêş xistiye, di aliyê leşkerî de jî zû di pratîkê de pijiya. Şehadeta kurê apê wî Kûrtay Rodî Wan (Necatî Guneş) ku bi wî re tevlî nava refên gerîla bû, di sala 2010'an de hêrsa hevrêyê me Şahîn a li dijî dijmin zêdetir kir. Di 6’ê Adara 2013’an de dema li herêma Gabar a Botanê li ser erka xwe bû, di encama komployeke sîxurî de şehîd bû.

Hevrêyê me Şahîn bi cesaret, biryardarî û tevlîbûna xwe ya bê hesab ji bo me hevalan bûye mînakek mezin a milîtanî ya Apoyî. Em weke hevrêyan di şexsê hevrêyê xwe Şahîn de soz didin ku em ê jiyana hemû şehîdên me ji me re hiştiye geş bikin û xeyalên wan pêk bînin."

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya Şahîn Şaho bi vî rengî ne:

Şahîn Şaho (Mehmet Saît Guneş), li Wanê jidayîk bûye, 6’ê Adara 2013’an li Gabarê şehîd bû.

BEHDÎNAN