HPG’ê nehişt leşker deynin

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku gerîlayan li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt kirine, di van çalakiyan de herî kêm 10 dagirker kuştine û 3 jî birîndar kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku gerîlayan li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt kirine, di van çalakiyan de herî kêm 10 dagirker kuştine û 3 jî birîndar kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di bin şertên herî dijwar de berxwedaneke dîrokî dikin û di çalakiyên gerîlayan de 10 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn û derb li wesayîteke zirxî hat xistin. Artêşa Tirk a dagirker gelek caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 9 caran bi balefirên şer, 27 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zê (Zapê)

17’ê Tîrmehê saet di 09.00’an de dema ku dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ve biçin, hêzên me li dagirkeran da. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û derb li wesayîteke zirxî hat xistin.

17’ê Tîrmehê saet di 22.30’î de dema ku helîkoptera Skorsky xwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me gule li helîkopterê reşandin. Helîkopterê nekarî leşkeran deyne û ji qadê derket.

17’ê Tîrmehê saet di 19.50’î de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Arjîn bûn, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ji du milan ve bi çekên giran û ferdî li dagirkeran dan û di vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin.

Li Metînayê

17’ê Tîrmehê, dagirkeran dema xwest ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ve biçin, hêzên me du caran bi sabotajê li wan xist, dagirkerek ceza kir, dagirkerek jî birîndar bû. Cenazeyê dagirkerên kuştî heta bi şevê di bin kontrola hêzên me de ma.

17’ê Tîrmehê saet di 19.10’an de dagirkeran dema ku xwest ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve biçin, hêzên me li wan xist, dagirkerek ceza kir, dagirkerek jî birîndar bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.