HPG’ê da zanîn ku gerîlayê wan Serdar Pîr Avesta 22’ê Hezîrana îsal li qada Kelaşînê ya Xakurkê di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bi vî rengî ye: ‘’Hevrê Serdar di malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di temenekî ciwan de PKK ji nêz ve nas kiriye. Çanda welatparêziyê ya ku hevrê Serdar tê de mezin bûye rê li ber vî tiştî vekiriye ku ew polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dibistanên dewleta Tirk a dagirker qebûl neke. Hevrê Serdar li hemberî polîtîkayên qirkirinê dest bi têkoşînê kiriye. Di dema zanîngehê de li hemberî asîmîlasyon û qirkirinê dest bi têkoşîneke berfireh kiriye. Di dema xebatên ciwanan de wî her dem xwe perwerde kiriye. Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî gelê me kir, wî jî bi helwesteke radîkal berê xwe daye çiyayên azad.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:
Nasnav: Serdar Pîr Avesta
Nav û paşnav: Hakan Ateş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Gulten – Mugdat
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2021’an – Xakurkê’’
BEHDÎNAN