• Gerîlayan li Girê Amediyê derb li du helîkopteran xist û di çalakiyên cihê de 16 dagirker kuştin. Gerîlayan li Botanê jî wesaîteke dagirkeran îmha kir û 5 dagirker kuştin. Di çalakiyên gerîlayan ên li Zê, Avaşîn û Metînayê de jî herî kêm 11 dagirker hatin kuştin.    

Gerîla derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên gerîlayan ên vê dawiyê de 32 dagirker hatin kuştin, dronek û wesayîtek hatin îmhakirin û derb li 2 helîkopteran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk nikare ti encamê bi dest bixe û her carê tevgera xwe ya dagirker berfirehtir dike, li hemberî hêzên me çekên kîmyewî bi kar tîne û dixwaze li qada şer di warê taktîk de ji vê rewşa zehmet derkeve. Li ser vî esasî di 4’ê Tîrmehê de tevgera xwe ya dagirker a li rojavayê Zapê ber bi xeta Girê Amêdiyê ve berfirehtir kiriye, li hemberî çeperên şer û tunelan çekên kîmyewî bi kar anîne. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî qadên berxwedanê 6 çekên kîmyewî yên cihê bi kar anîn, çeperên şer jî 22 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kirin. Di heman demê de qadên berxwedanê 28 caran bi balefirên şer, 36 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran bi obusan hatin bomberdûmankirin. Tîmên me yên gerok ji Botanê heta Zagrosê, ji Metîna heta Zapê çalakiyên xurt kirin. Di van çalakiyan de 32 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, wesayîteke leşkerî ya Transît û dronek hatin îmhakirin, derb li dronekê û 2 helîkopteran hat xistin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Botanê

Di 27’ê Hezîranê de dagirkeran xwest bi wesayîteke Transît ji qada Besta ya Botanê biçin Girê Tenûrê. Hêzên me yên YJA Starê ev dagirker kontrol kirin û saet 07.30’î bi sabotajê li wan da. Di vê çalakiyê de wesayît îmha bû û 6 dagirkerên di nav de hatin cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji deverê birin.

Li Avaşînê

Di 4’ê Tîrmehê de hêzên me li Qada Berxwedanê ya Werxelê dan dûv dagirkeran û saet di 09.15’an de hêzên me bi sabotajê li dagirkeran da.

Hêzên me piştre bi bombeyên destan û çekên şexsî li dagirkeran da û çûne ser dagirkeran. Heta saet 13.00’an hêzên me 5 caran li dagirkeran da, 7 dagirker ceza kirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Ji 4’ê Tîrmehê bi şev heta 5’ê Tîrmehê destê sibehê, li dora çeperên şer ên Şehîd Têkoşer di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî.

Li Zê (Zapê)

Di 4’ê Tîrmehê de saet di 08.00 û 08.10’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Umîd ve werin. Hêzên me yên YJA Starê du caran bi sabotajê li dagirkeran da û 2 dagirker bi giranî birîndar bûn. Saet di 08.30 û 10.00’an dagirkeran dîsa xwe tevda, hêzên me dîsa bi sabotajê li dagirkeran da û kir ku dagirker gavekê vekişin.

Di 4’ê Tîrmehê saet 04:00’an de hêzên me li 2 dronên keşfê yên li ser herêma Berxwedanê ya Çemço xist, dronek hate xistin û derb li drona din hat xistin.

Di 4’ê Tîrmehê de dagirkeran xwest bi wesayîtên zirxî li Qada Berxwedanê ya Çemço bi pêş ve biçin, hêzên me derb li wan xist.

Di 4’ê Tîrmehê saet 15.00’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên li herêma Kokerê ve bi pêş ve biçin, hêzên me bi çekên ferdî li wan xist.

Li Metînayê

Di 4’ê Tîrmehê saet 06:15’an de tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist û dagirkerek ceza kir.

Di 4’ê Tîrmehê saet 12:30’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist.

Di 4’ê Tîrmehê saet 23:30’î de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist û dagirkerek ceza kir.

Di 4’ê Tîrmehê saet 09:45’an de dagirkeran xwest daran li Qada Berxwedanê ya Girê FM bibirrin, hezên me bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

4’ê Tîrmehê Saet 21:30’î 4 helîkopterên êrişê yên di ser navçeya Amediyê ya Dihokê ve hatin, qad bombe kirin û 31 caran dagirker daxistin Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê. Di van daxistina dagirkeran de hêzên me li helîkopteran xist û derb li 2 helîkopterên Skorsky xistin.

Tîmên me yên bitevger ji du baskan ve bi taktîka xweberdana nav dijmin, li wan xist. Li vir di encamê derbên baskê yekem û baskê duyem ên çalakiyê de bi giştî 10 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên hatin cezakirin bi 2 helîkopteran ji herêmê hatin derxistin. Di dema daxistinan de 5 caran bi sabotajê derb li dagirker hat xistin û 5 dagirkerên din hatin cezakirin.

5’ê Tîrmehê saet di 05:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê  li dagirkeran hat xistin û 1 dagirkerek hat cezakirin.

BEHDÎNAN