- Hêzên Hewayî yên HPG´ê pêr bi şev bi awayekî hevdem li Navenda Kontrola Dronan a li Batmanê û fermandariya Tugaya Şirnexê da. HPG´ê da zanîn ku çalakiyên hêzên wan li dijî hedefên diyarkirî serketî bû.
Waliyê Batmanê îdîa kir ku tiştek bi wan nehatiye. Wezareta dagirkeriya Tirk jî îdîa kir ku wan 3 dronên gerîlayn xistine xwarê û ti zirar li wan nebûye. Lê dîmenên ji Batmanê rastî li wan eşkere kir. Panîka eskerên Tirk eşkere bû. Ji xwe û me re êrişî xelkê kirin. Di dîmenekî de eşkere xuya dike ku dronên gerîla li ser fermandariya wan difirin. Piştre rojnameyeke herêmî wêne parve kirin. Agir bi wê deverê ketiye ku hangarên balefiran lê ne. Yanî ew gotinên rayedarên Tirk ku dibêjin, tiştek bi wan nehatiye û deverên vala hatine bombekirin, hîna nebûyî şeveq, li wan eşkere bûn. Wan derew kirin.
Doh piştî nîvrojê bi daxuyaniya HPG´ê qenc eşkere bû ku derewa wan ji tirsa nava dilê wan e. HPG´ê da zanîn ku hêzên wê yên hewayî bi awayekî serketî li Navenda Kontrolê ya Dronan û Fermandariya Tûgaya Şirnexê xistiye. Bi vî awayî eşkere bû ku stratejiya serdema nû ya gerîlayên Kurdistanê wê siberoja şerê rizgariya Kurdistanê diyar bike.
Serketî li hedefan xist
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê doh ragihand ku Hêzên Parastina Hewayî ya Delal, pêr bi şev li Êlihê li Navenda Kontrolê ya Dronan û Fermandariya Tûgaya Şirnexê çalakî kirine û hêzên wan serketî li hedefên xwe xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla wiha daxuyanî da “Çalakiyên Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal:
20’ê Gulanê saet 19:10’ê şevê li dijî dagirkerên li Girê Azad ê Herêma Metîna çalakiyek kirin. Hêzên me yên hewayî serketî li dagirkerên li deverê xist.
20’ê Gulanê saet 23:30’î hemwext li Êlihê li Navenda Kontrola Dronan a dewleta Tirk û li Fermandariya Tûgaya Şirnexê û li dijî pîstên helîkopteran 3 çalakî hatin kirin. Hêzên me di çalakiyê de serketî li hedefên diyarkirî xist."
Pêngava Cenga Şoreşgerî ya Xabûrê
Li ser çalakiyên Pêngava Cenga Şoreşgerî ya Xabûrê jî HPG´ê got, "20’ê Gulanê saet 15:30’î dagirekerên li Qereqola Kuroşîno ya li ser sînor ber bi Derbenda Orê ya li herêma Metîna ketin tevgerê. Dagirkerên ketin tevgerê destpêkê hatin kontrolkirin, piştre jî bi rêbaza sabotajê 2 caran li wan hat xistin. Ev çalakî serketî pêk hatin. Di van çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin."
Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên balafirên şer û helîkopteran ên li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. HPG´ê ji bo van êrişan got, 19’ê Gulanê balafirên şer bombe li devera Werxelê ya Herêma Zapê barandine, 20’ê Gulanê bi helîkopterên Skorskyî leşker danîne Girê Şehîd Serxwebûn ê li Herêma Zapê. Heman demê hekîkopteran bombe li Cîloyê Piçûk û Tîpa T jî barandine. Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye, li şewatên ji ber bombebarandinên heta nûçeya me dihat amadekirin jî dewam dikir.
NAVENDA NÛÇEYAN