HPG’ê da zanîn ku ji bo silavkirina çalakiya “peşengên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn” gerîlayên wê gelek çalakî kirine û 15 leşkerên artêşa Tirk a dagirker kuştine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji çiyê heta bi metropolan şerê hebûn û azadiyê li her derê bi xurtî dimeşînin. Hêzên me ji bo silavkirina çalakiya bi heybet a pêşengên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn gelek çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn. Her wiha kamerayeke mobesse hate îmhakirin, derb li 2 çeperan hate xistin."
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan û êrişên dewleta Tirk kir:
Şehîd Delîl li Herêma Rojavayê Zê (Zapê)
5'ê Cotmehê saet di 09:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
5'ê Cotmehê saet di 14:30 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
5'ê Cotmehê saet di 12:00 û 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
5'ê Cotmehê saet di 14:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
5'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.
5'ê Cotmehê saet di 21:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiyeke koordîneyî ji du baskan ve hate kirin. Di encama çalakiya bi çekên giran de 5 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Hate tespîtkirin ku yek ji dagirkerên hatin cezakirin Ahmet e.
6'ê Cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî bi çekên nîv otomatîk û çekên giran hate kirin. Di vê çalakiyê de jî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Her wiha bi sekvaniyê kamerayeke mobesse hate îmhakirin, derb li çeperekî hate xistin.
Li herêma Metînayê
4'ê Cotmehê saet di 11:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
4'ê Cotmehê saet di 11:20’an de li Qada Berxwedanê ya Çarçelê bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Piştre bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekî hate xistin. Piştî van çalakiyan dagirker astekê vekişiyan.
5'ê Cotmehê saet di navbera 20:30 û 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên ferdî û nîv otomatîk dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5'ê Cotmehê 5 caran bi droneyên bi teqemeniyan hatin bombekirin.
6'ê Cotmehê herêma Zapê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
5'ê Cotmehê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin.
BEHDÎNAN