HPG’ê artêşa Tirk xitimand
În 24 Îlon 2021 - 02:06
w HPG: Di mehekê de Artêşa Tirk 157 caran çekên kîmyewî bi kar anîn lê bi ser neket. Gerîlayê azadiyê îsbat kir ku hêza serketinê ye. Gerîla di mehekê de 84 dagirker bêtesîr kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a ji 24’ê Tebaxa 2021’ê heta 23’ê Îlona 2021’ê eşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê, gerîla di nava mehekê de 95 çalakî kirin û 71 leşkerên dagirkeran kuştin. Di encama çalakiyên gerîlayan de gelek dagirker jî birîndar bûn û hatin bêtesîrkirin.
HPG’ê bi bîr xist ku, “Berxwedana destanî ya hêzên me ku bi taybetî li dijî êrişa dagirkeriyê ya şeva 23’ê Nîsanê dest pê kir, pênc meh li pey xwe hiştin, dikeve meha şeşan.” Di dewamê de wê got, “Artêşa Tirk a dagirker bi rengekî cidî xitimî ye, niha giranî daye ser bikaranîna çekên kîmyewî, qanûnên şer û hiqûqa navneteweyî binpê kir. Li devera berxwedanê ya Girê Sor, 6 hevrêyên me di encama êrişên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn. Artêşa Tirk a hov û faşîst, tenê mehekê 157 caran çekên kîmyewî bi kar anîn, bi vî rengî hewl da encamê wergire, lê bi ser neket. Dewleta Tirk a faşîst ji bêdengiya raya giştî û saziyên navneteweyî hêz werdigire û van êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî bi rengekî bêperwa dewam dike.
Hevrêyên me yên li qadên berxwedanê yên Zendûra, Girê Sor û Werxelê şer dikin, her kêliyê bi rengekî bêhempa bi îrade, bawerî, biryardarî û wêrekiya Apoyî li ber xwe didin û xeta lehengiya fedayî ya Apoyî bilind kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha vê rastiyê, bi performansa xwe ya şer careke din ispat kir ku hêza serketinê ye.”
Li gorî bîlançoya eşkerekirî 95 çalakiyên gerîla di mehekê de çêbûne. 2 ji wan çalakiyên xweberdana nava dijmin, 7 jê çalakiyên gerîla yên koordîneyî, 11 çalakiyên sabotajê, 13 çalakiyên bi çekên giran bûne. Berxwedêrên çeper û tunelên şer jî 53 caran li dijmin daye û nehiştiye ku bi pêş ve biçe.
Di van çalakiyan de 71 leşkerên dijmin ceza kirin û 4 ji wan hêzên kontra bûne. Di heman çalakiyan de 13 dagirker jî birîndar bûn.
Gerîlayên şehîd
HPG’ê da zanîn ku di heman demê de 28 gerîlayên wê di şer û bombardûmanan de şehîd bûne. 6 ji van şehîdan di encam êrişa çekên kîmyewî de canê xwe ji dest dane. HPG’ê wekî din da zanîn ku aqûbeta 7 gerîlayên PDK’ê ew li Xelîfanê bi xayinî xistin kemînê jî nayê zanîn.
Derbên gerîla
Di vê demê de gerîla çekeke bombeavêj û çepera wê, kamerayeke mobesse, droneyek, kepçeyeke mezin, wesayiteke leşkerî ya zirxî ya bi tîpa Kîrpî, 2 wesayitên leşkerî yên tîpa Reo bi temamî îmha kirin. Gerîlayan wekî din gelek teqemenî jî ji ser dijmin rakir.
Gerîlayan her wiha derb li kepçeyeke mezin, wesayiteke leşkerî û 3 helîkopterên êrişê jî dan.
157 caran sîlehên kîmyewî bi kar anîn
HPG’ê da zanîn ku di mohleta mehekê de Artêşa Tirk 157 caran bi çekên kîmyewî êriş biriye ser tunel û çeperên şer û leşkerê xwe yê bi peyman Sezaî Gungor jî înfaz kiriye.
Gerîla derb li helîkoptereke din xist
HPG’ê diyar kir ku li herêma Zapê derb li helîkoptereke êrişê ya dagirkeran hatiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyanî da û got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; 22’ê Îlonê saet di 17:40’î de hêzên me li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn bi çekên giran çalakî kir. Di vê çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin, lê hejmar nehate zelalkirin.
22’ê Îlonê saet di 23:10’an li herêma Zapê helîkopterên êrişên yên xwestin derdora qada Kûnişkayê bombe bikin, bûn hedefa hêzên me. Di encamê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.
Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê; 22’ê Îlonê saet di 22:00’yan de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.
22’ê Îlonê saet di 09:30’î de qada Sîda ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.
22’ê Îlonê saet di navbera 09:30-23:20’î de li herêma Zapê qadên Girê Cehennem, Girê Rûbar, Saca, Sîda, Şikefta Birîndaran, Karker û Tîpa T bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Ji şeva 22’ê Îlonê heta sibeha 23’ê Îlonê Geliyê Basya, Qartal, Girê Silêman, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Rizgar bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”
BEHDÎNAN