HPG’ê artêşa Tirk li derewê qeliband

Sêşem 23 Çile 2024 - 16:34

HPG’ê daxuyaniya artêşa Tirk ku îdîa kirî li Garê û Zapê 19 gerîla şehîd bûne li derewê qeliband û xwest raya giştî guh nede derewên artêşa Tirk.

HPG’ê got ,’’Artêşa Tirk a dagirker 20’ê Çile du daxuyaniyên cuda dane û di van daxuyaniyan de îdîa kiriye ku li Garê 9 û li Zapê jî, ku hê jî êrişên dagirker lê didomin, 10 şervanên azadiyê şehîd bûne. Me xwe gihande hemû fermandariyên xwe û derkete holê ku artêşa dagirker a Tirk bi temamî derew kiriye û ev îdîa ne rast in. Di bombebaranên Tirk de yên ku ji hêla artêşa Tirk ve hatine kirin ti gerîlayê me şehîd nebûne, ku li jêrê em ê agahiyên berfireh li ser bombebaranan bidin. Artêşa dagirker ku bi operasyonê şoreşger ên dawî derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwariye û hejijî ye, bi nûçeyên derewîn dixwaze raya giştî bixapîne û moralê revdeyên faşîst xweş û geş bike. Divê mirov guh nede van derewên artêşa Tirk a dagirker, ku ji ber ketiye halekî şepirze xwe li van derewan digire.’’
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrişên dagirker van agahiyan dide:

Li Rojavayê Zapê li Şehîd Delîl

18’ê Çile saet 16:20’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi çekên otmatîk ên navîn li dagirkeran reşendine, li wan dane û mewziyekê jî derb xwariye.

21’ê Çile saet 08:25’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi çekên otomatîk li dagirkeran dane û mewziyekê jî derb xwariye. Ev çalakî bi destê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

22’ê Çile saet 10:20’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê komek dagirkerên ku li dora wesatiyekê kom bûbûn, bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi çekên otomatîk ên navîn li wan dane û 2 dagirker ceza kirine.

Êrişên artêşa TC’ya ya dagirker yên bi teqemeniyên qedexekirî

17’ê Çile mewziya me ya şer a li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê carekê bi teqemeniya qedexekirî hate bombekirin.

Êrişên artêşa TC’ê ya dagirker

16’ê Çile heta 23’yê Çile qada Siyanê, Girê Reşît, Girê Sîser, Zêvkê, Sêdarê yên herêma Garê 14 caran, Girê Cûdî, Girê Berxwedanê yê Baharê, Girê Amediyê yên herêma Zapê 9 caran, Girê Berbizina, Neqeba Berbizina, Ava Lolanê, Kuça Xecerê, Şehîd Şerîf, qada Kolît ên herêma Xakurkê 17 caran, Dergelê, Şêlazê, Serê Metîna yên herêma Metîna 5 caran, Qda Berxwedanê ya Ibrahîm Şehîd carekê, bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

20 û 21’ê Çile herêmên Zapê û Xakurkê bi helîkoptêran hatin bombekirin.

Herêmên Zapê, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê hatin topbarankirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.