- Gerîlayan li Girê Cûdî xwe berda nav dagirkeran û bi taktîkên cihê yê di zikhev de 11 dagirker kuştin. Li heman deverê bi sekvaniyê jî dagirkerek hat kuştin. Gerîlayan li Xakurkê derb li dagirkeran da û 2 dagirker jî li wir kuştin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li ser hev derbên giran li leşkerên Tirk ên dagirker dixin. Gerîlayan 14 dagirker kuştin û gelek mewzî û çeperên dagirkeran jî rûxandin.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derheqê çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyeke niviskî da. HPG’ê kite bi kite agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan wiha parve kirin:
Herêma Metîna
9’ê Çile saet di navbera 12:45 û 16:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me bi çekên giran derb li leşkerên dagirker dan.
11’ê Çile saet 10:00’an û saet 13:40’î li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me bi çekên giran derb li leşkerên Tirk ên dagirker dan û 2 mewziyên dagirkeran derb xwarin.
Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl
10’ê Çile saet 08:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi çekên giran derb li dagirkeran dan û mewziyeke wan derb xwar.
10’ê Çile di navbera saet 10:50’î û 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkeran hewl da ku xwe bi cih bikin, li ser vê yekê, hêzên me bi çekên giran dagirker kirin hedefa xwe û derb li wan dan, tevgera wan rawestandin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.
10’ê Çile saet 18:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran da û leşkerekî dagiker ceza kir.
11’ê Çile saet 15:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkeran bi taktîka koordîneyî ya gerîla ji sê baskan ve hêzên me ketin nava dagirkeran û bi ser wan de girtin. Baskê pêşî bi çekên otomatîk ên navîn û bi taktîka sekvaniyê bi rengekî serketî derb li dagirkeran dan. Baskên du û sêyan ên çalakiyê, ji nêzîk ve bi çekên ferdî û bombeyên destan, derb li kozikên dagirker dan. Hêzên me yên ku taktîka xwe berdana nav dijmin, sekvanî û serdegirtinê di zik hev de bi rengekî profesyonel bi cih anîn, bi ruhê fedayî yê Apoyî bi ser dagirkeran de çûn û 11 dagirker ceza kirin; 4 mewzî, 3 pergalên kamerayê yên mobesseyê, 1 pergala radarê bi timamî îmha kirin û derb li konteynirê dan.
Artêşa mêtinger a TC’yê, di vê çalakiya serketî ya gerîlayên azadiya gelê me de derbeke giran xwar. Artêşa TC’yê jî ku daniye ber xwe rastiyan ji raya giştî veşêre, ji vê çalakiyê, tenê navê dagirkerekî eşkere kir, lê navê 10 dagirkerên din ku hatine cezakirin, eşkere nekirin.
Herêma Xakurkê
10’ê Çile saet 16:30’î li Girê Şehîd Heqî hêzên me bi çekên giran derb li dagirkeran dan.
11’ê Çile saet 16:00’an li Girê Şehîd Kamûran, hêzên me pêşî bi çekên giran û piştre jî saet 16:15’an de bi çalakiya koordîneyî ya gerîla derb li dagirkeran dan. Baskê pêşî yê çalakiyê ji nêzîk ve li du mewziyên dagirkeran da. Baskê duyan ê çalakiyê jî bi taktîka sekvaniyê bi rengekî serketî li dagirkeran da. Di encama van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin û 2 mewziyan derb xwarin.
Sûcên dagirkeran
8’ê Çile li herêma Zapê li Qda Berxwedanê ya Sîdayê mewziyên me yên şer bi teqemeniyên qedexe carekê hatin bombekirin.
Êrişên dagirkeran
9,10 û 11’ê Çile qadên Dergelê, Bêşilî, Serê Mertîna yên herêma Metîna 6 caran, qadên Girê Bahar, Girê Cûdî ên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran; qada Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 6 caran bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêmên Zapê, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.
Artêşa TC’yê ya dagirker di navbera 7 û 10’ê Çile de êriş aniye ser mewziyên berxwedanê yên Qada Berxwedanê ya Sîda a Zapê, hewl daye ku tûnelan qul bike û bi kepçeyan wan birûxîne.
BEHDÎNAN