HPG’ê 9 leşker kuştin

Sêşem 17 Tebax 2021 - 23:56

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên Kurdistanê li Geverê, li dijî 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî, çalakiyeke sabotajê kiriye. HPG’ê da zanîn ku di encamê de 9 leşkerên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.
HPG´ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê; 16’ê Tebaxê saet di 12:00 û 17:30’î de bi çekên giran 2 caran derb li dagirkerên li devera Girê Kato hate xistin. Di her du çalakiyan de li hedefên hatin diyarkirin, serketî hate xistin.
Sibeha 16’ê Tebaxê li dijî dagirkerên li Geliyê Girê Azad, hêzên me bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 16’ê Tebaxê saet di 23:30’î de hêzên me li du helîkopterên êrişê xistin ku dixwestin bombeyan li devera Stûnê ya Avaşînê bibarînin. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin.

Kirpî bû teneke
16’ê Tebaxê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî ku ji Qereqola Wargenima diçû gundê Kendalokê ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin û kontrolkirin. Saet di 06:45’an li dijî wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de wesayita bi tîpa Kîrpî bi temamî hate îmhakirin, bi zelalî 9 dagirker hatin cezakirin.
Ev çalakiya serketî ji bo hilanîna tola welatparêzê me yê hêja yê ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen pêk hat, ku Hesen li gundê Dêşîşê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû şehîdkirin.

Gazên kîmyewî dîsa bi kar anîn
Li herêmên Avaşîn û Zapê; 16’ê Tebaxê danê sibehê û 17’ê Tebaxê saet di 08:30’î de tunelên şer ên li qada Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.
16’ê Tebaxê saet di navbera 10:00-15:30’î de û 17’ê Tebaxê saet di 06:00 li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê 2 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn.
16’ê Tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li qada Werxelê bi helîkopterên êrişê û teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin. 
Ji ber bombardûmana bi obus û hawanan a artêşa Tirk a dagirker a ji qereqolên li ser sînorê qada Stûnê, agir bi daristana deverê ket.
16’ê Tebaxê Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê bi helîkopterên êrişê û obusan bombe li derdora gundên Kêste, Hirorê û Girê Zendûrayê hatin barandin. Bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl kir.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.