HPG’ê 237 dagirker kuştin

Duşem 25 Nîsan 2022 - 22:21

  • HPG´ê da zanîn ku di berxwedana gerîlayan a hefteyekê de 237 leşkerên Tirk hatine kuştin, derb li 17 helîkopteran hatiye xistin û 5 dron jî hatine xistin.

HPG'ê bîlançoya şerê ji 17'ê Nîsanê heta 24'ê Nîsanê eşkere kir. Û paşê ev bîlanço bi daxuyaniyeke nû aktuel kir. Li gorî vê yekê gerîlayan 152 çalakî kirin û 218 dagirker ceza kirin. Di daxuyaniyeke temam ker de jî hat gotin, gerîlayan 19 dagirkerên din kuştine û derb li 6 helîkopterên din xistine. Bi vî awayî di nava hefteyekê de gerîlayên Kurdistanê 237 dagirker kuştin û gerîlayan derb li 17 helîkopteran xistiye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya hefteyekê eşkere kir û got, "Dewleta Tirk a mêtinger cografya Kurdistanê bi balafirên şer, bi teknolojiya herî pêşketî her roj bi dehan caran bombe dike, lê nekarî encamê bi dest bixe. Careke din ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê şeva 17'ê Nîsanê li ser herêmên Avaşîn û Zê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir. Ev êrişa dagirkeriyê êrişeke adetî nîne, di asta şerê di navbera dewletan de rewşa şerekî topyekûn e.

Êrişa dagirkeriyê destpêkê 14'ê Nîsanê bi bombardûmana giran destpê kir. Artêşa Tirk a dagirker şeva 17'ê Nîsanê li gel bombardûmana bi helîkopterên êrişê hewl da hêzên leşkerî bi helîkopteran li herêmên gerîla deyne. Hêzên me yên li her qadê bêteredût bersiva pêwîst dan, dest li helîkopteran werdan û li gelek deveran nehiştin ku dagirker xwe deynin. Piştre artêşa Tirk hewl da bi şevê xwe deyne. Ev hemû hewldan li destwerdana hêzên me rast hatin û di encamê de derb li 11 helîkopteran hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî leşkerên xwe yên dagirker ji hewayê ve deyne, vê carê hewl da ji bejê ve bê. Hesabdê wê bi berxwedana gerîla têk çû û gava destpêkê ya êrişa dagirkeriyê hîn ji destpêkê ve hate têkbirin. Artêşa Tirk a sûcdarê şer ku nekarî bigihêje armanca xwe û derbên giran xwarin, ji roja çaremîn û pê ve li qadên berxwedanê yên Kurêjahro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kunîşka û Girê Ortê li dijî çeperên şer gazên kîmyewî yên bi jehr bi kar anîn.

Hişt ku ji pişt ve dijmin êriş bike 

Dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê de ya li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin piştgirî ji PDK'ê wergirt û êrişa li ser herêma Zê ji ser xeta Barmernê-Amediyê-Dêrelokê yên di bin kontrola PDK'ê de ne, ji başûr ve kir. PDK'ê bi rengekî eşkere rê da ku ji pişt ve xençer li herêmên gerîla bê xistin. Hêzên PDK'ê li aliyê pişt ê herêma Kurêjahro bi cih bûn û hewl dan herêmên gerîla dorpêç bikin. Piştî hefteyekê, hêzên PDK'ê hîna dest ji vê helwêsta xwe bernedaye.”

HPG´ê encama şerê hefteyekê û çalakiyên gerîlayan wiha eşkere kir:

- 3 çalakiyên ku hêzên me xwe bera nav dagirkeran dan

- 3 çalakiyên biserdegirtinê

- 7 çalakiyên bi koordîne û hemdem ên gerîlayan

- 23 çalakiyên sekvaniyê

- 29 çalakiyên bi çekên giran

- 29 çalakiyên sabotajê

- 58 çalakiyên şer û derblêdanê

- Bi giştî gerîlayan 152 çalakî kirine.

Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker kirine;

- Bi qasî ku hêzên me tespît kirine Qadên Berxwedanê di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê 387 caran hatine bomberdûmankirin.

- Bi helîkopterên êrişê û obusan 243 caran bomberdûman hatiye kirin.

- 7 caran bi  gaza kîmyewî çeperên şer ên hêzên me hatine bomberdûmankirin. 

Di encama çalakiyên hêzên me de;

- 218 dagirker hatin kuştin.

- 48 dagirker birîndar bûn.

Malzeme û alavên ku hêzên me ew îmha kirine:

- 4 Dron

- Pergalekeke kamerayê ya mobeseyê

- Çekeke BKC

- Çeperek hatiye îmhakirin.

Wesayîtên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan dane;

- Dronek

- 11 helîkopter.”Kuştina 19 leşkerên din jî diyar bû

HPG´ê bi daxuyaniyeke temam ker da zanîn ku di navebra 20 - 23 Nîsanê de di encama çalakiyên gerîlayan de 19 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. Di van çalakiyan 2 dagirker birîndar bûne, û gerîlayên Kurdistanê derb li 6 helîkopteran  xistiye û dronek jî xistiye xwarê.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.