• Di çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG/YJA Starê li devera Girê Dûpişka ya Heftenînê de 2 eskerên Tirk hatin kuştin.

Di çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG/YJA Starê li devera Girê Dûpişka ya Heftenînê de 2 eskerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da û got, “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de 22’yê Cotmehê saet 15:00’an li dijî eskerên li Girê Dûpişka ya herêma Heftenînê, 2 çalakiyên sekvaniyê kirin. Di van çalakiyan de piştî ku eskerek hate kuştin, li dijî dagirkerên din ên hatin cenaze rakin, çalakiyeke din hate kirin û dagirkerekî din jî hat cezakirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 2 dagirker hatin cezakirin."
HPG wekî din das zanîn ku 21’ê Cotmehê bi şev hêzên dewleta Îranê devera Boxaza Şehîd Cesûr û Geliyê Marmişo yên navçeya Gever a Colemêrgê bi obus û hawanan bombe kirine. HPG´ê got, di vê êrişê û êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên ji 19´ê Cotmehê ve, ti zirar li hêzên wan nebûye.

BEHDÎNAN