HPG’ê 15’ê Tebaxê silav kir 14 leşker hatin kuştin

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 03:15

HPG’ê ragihand Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyan silav kirine û di encama çalakiyên gerîlayan de 14 leşkerên dagirker ên Tirk hatine cezakirin û 5 jê jî hatine birîndarkirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye: "Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û û êrişên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

5'ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi çekên ferdî mudaheleyî dagirkeran dan, ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer.

6'ê Tebaxê saet di 16:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me li hemberî dagirkerên ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran berê xwe dane wan û di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

6'ê Tebaxê saet di 17:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî teqemeniyeke dagirkeran ji alî hêzên me ve hate îmhakirin.

6'ê Tebaxê saet di 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi rêbaza sabotajê li dagirkeran xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tebaxê saet di 08:10'an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyêxistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tebaxê saeta di 12:00, 12:35, 13:02 û 15:10'an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xistin.

5'ê Tebaxê saet di 09:00 û 17:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 kamerayên mobesse yên dagirkeran bi rêbaza sûîqestê hatin îmhakirin.

6'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hêzên me yekîneyeke dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Hêzên me ji du baskan ve kemîn danîn pêşiya yekîtiya dagirker û saet di 19:30'î de ji nêz ve bi çekên ferdî û nîv otomatîk derbên giran li dagirkeran xistin. Piştî ku hêzên me lê xistin, cebilxaneya bi dagirkeran re teqiya û agir pê ket. Dagirker bi panîka ji ber lêdanê û teqînê li qadê belav bûn û li qadê jî derbên xurt li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê hate kirin, fermandarekî bi paye jî di nav de ku navê xwe Alî bû bi giştî 14 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk a dagirker heta saet 02:30'î 6 caran xwe li qadê danîn û mirî û birîndarên xwe ji qadê birin.

Li Herêma Metînayê

7'ê Tebaxê saet di 07:20'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

5 û 6'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

4, 5 û 6'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Sinînê, Girê Şehîd Hêmin, Lolanê 4 caran, li herêma Garê qadên Dînartê, Zêvkê, Dêreşê, Zengilê, Kanî Sarkê, Deşta Kafya, Yekmalê, Xêrê, Girê Kûn, Sêdarê, Girê, Heftebax 17 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zazpê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 6 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker li Kurdistanê her roj sûcên şer dike, teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji bo şikandina berxwedana gerîla û dagirkirina Başûrê Kurdistanê serî li her rê û rêbazên derveyî exlaq û hiqûqê dike. Her çend bibêje ku hedefa xwe ya esasî gerîla ye, lê belê bi êrişên xwe yên li derveyî mirovahiyê nîşan dide ku dijminê nirxên gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê ye. Yek ji sûcên dawî yên artêşa Tirk a dagirker, hilweşandina gora sedan salî ya xelkê gundê Sêgirêya Jorîn a li navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ye. Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK'ê ji deriyê sînor ê Serzêrê derbas bû, rêya asfaltkirî ya bajarê Amediyê bi kar anî, kepçeyên xwe gihand qadê û di nava sê rojên dawî de goristana gundê Sêgirêya Jorîn a bi koordînata 38 S LG 71847 06337 hilweşand û hewl dide qadê ji xwe re veguherîne baregehê. Artêş û dewleta Tirk a dagirker bi vê kiryara xwe careke din pîvanên civakî, olî û exlaqî binpê kir û mîna munafikekî heqaret li nirxên gelê me kir."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.