HPG xiyanetê bêceza nahêle!
În 1 Cotmeh 2021 - 02:30
- HPG’ê bi daxyaniyekê da zanîn ku hêzên wê sîxûrekî dewleta Tirk li Amedê ceza kiriye û got, xiyanet wê ti carî bê ceza neyê hiştin.
HPG’ê ragihand ku wan kontrayê bi navê Abdulbakî Taşdemîr ceza kiriye yê ku sala 1996’an di şehadeta 3 gerîlayan de destê wî hebû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, “Kontra Abdulbakî Taşdemîr ê ku sala 1996’an di şehadeta 3 hevrêyên me de destê wî hebû, bi rengekî çalak sîxurtî ji dewleta Tirk a dagirker re dikir û ji bo dejenerekirina civaka me, karê fuhûş û narkotîkê dikir; hêzên me ew ceza kir. Ev kontrayê ku xizmet ji dagirkeran re dikir, li nêzî gundê Dêrkamê yê li qada Şehîd Kendal a Amedê, 16’ê Îlonê hate cezakirin û tola şehîdên me hate hilanîn.
Ji bo silavkirina Werxelê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê; Artêşa Tirk a dagirker 25’ê Îlonê li qada Geliyê Reş dest bi operasyonek ji bo dagirkirinê kir. Heman rojê yekîneyeke operasyonê bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me. Di encama vê çalakiya serketî de 2 dagirker hatin cezakirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe ya şerê taybet nûçeyên derew weşandin û îdîa kir ku ev leşker di encama qezayekê de mirine. Gelê me bila bi van nûçeyên derew û propagandaya qirêj a dewleta Tirk a dagirker nexape, ew bi van windahiyên vedişêrin.
28’ê Îlonê saet di 08:30’î de li Girê Şehîd Şahan û 30’ê Îlonê saet di 07:30’î de jî li Girê Karker hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di van herdu çalakiyan de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.
Hêzên me yên li Xakurkê bi armanca silavkirina Berxwedêrên Werxelê ev çalakî kirin. Di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
PDK’ê careke din êrişî gerîla kir
29’ê Îlonê saet di 17:30’î de li qada Goşînê ya Xakurkê li derdora Girê Şehîd Hawar hêzên çekdar ên PDK’ê gule li hêzên me reşandin ku hêzên me li herêmê bi erka xwe radibûn.
29’ê Îlonê saet di 18:40’î û sibeha 30’ê Îlonê qada Kartalê bi balafirên şer hate bombekirin.
29’ê Îlonê bi şev li herêma Zapê qadên Tîpa T û Girê Şehîd Sîmko bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
29’ê Îlonê saet di 18:10’an li nehiya Çemankê ya navçeya Amediyê ya Duhokê gundê Karawayê bi balafirên şer hate bombekirin.”
BEHDÎNAN